
Di ser komkujiyê re ku di encamê de bi dehan Kurdê hatin kuştin, 8 sal derbas bûn. Lê dewleta Sûriyê, tevî hemû sozên dayî jî, heta niha tu berpirsiyarekî vê komkujiyê dadgehnekiriye û ceza nekiriye. Raperîna 12’ê Adarê bû sembola serhildanên li Rojavayê Kurdistanê. Pêr bi sedhezaran Kurd daketin qadan û komkujî protesto kirin. Di encama êrişa çekdarî ya hêzên rejîa Sûriyeyê de herî kêm 7 kes li Qamişlo birîdnarbûn.
Pêr li seranserê Rojavayê Kurdistanê cangoriyên serhildana 12'ê Adara sala 2004'an tên bîranîn. Bi hezaran kes li bajarên Qamişlo, Dêrika Hemko, Dirbêsiyê, Efrîn, Koban û Helebê li qadan komkujiyê protesto dikin. Li gorî agahiyên dawî agahiyên dawî, li Taxa Qudûrbeg a Qamişloyê hêzên rêjîma Baas bi çek êrîşî girseya gel kirin 7 kes birîndar bûn. Li taxên Hilêliyê û Enteriyê jî, hêzên rêjîmê êrîşî Kurdan kirin. Bi deh hezaran kesên tevlî xwepêşandanan bûneber bi goristana Qudûrbeg ve meşiyan. Hate diyarkirin ku çekên rast jî hatine karanîn û di encamê de herî kêm 7 kes birîndar bûn. Li Qabişloyê di navbera gel û hêzên rejîmê de û pevçûnan tevahiya rojê berdewam kir. Hate ragihandin ku hêzên rejîmê derabeyên dikanên Kurdan dişkînin.Her wiha, komkujî li Dêrika Hemko, Dirbêsiyê, Efrîn, Koban û Helebê û hemû bajar û navçeyên Rojavayê ji aliyê dehezaran ve hatin protestokirin.
Komkujiya Qamişloyê
Êrişên nijadperestên Ereb û hêzên çekdar yên rejîmê ku bi kuştina bi dehan Kurdan bi encam bûn, 12'ê adara 2004'ê di dema maça fûtbolê ya tîmên Dêrezor û Qamişloyê de, dest pê kirin. Alîgirên tîma Dêrezor di bin dengê sloganên ji bo Sadam Huseyîn de û kirina heqaretan daketin qada leyîstikê û êrişî Kurdan kirin.
Leşkerên Sûrî ku erka wan di rastiyê de mudaxelekirina êrişkaran bû, bi xwe jî êrişî Kurdan kirin. Di qada futbaolê de 5 Kurd hatin kuştin û vê yekê rê li ber hêrsek mezin a Kurdan vekir. Ne tenê ji bajarên derdorê, Kurdên ji derveyî herêma Cezîrê jî li Qamişlo kombûn û tevlî merasima cenazeyên kesên hatî kuştin bûn. Serhildana Kurdan a li dijî êrişan, 13'ê adarê, di serî de li Amûdê û Hasekê, li hemû herêma Cizîrê belav bû. 14'ê adarê li Kobanê, 15'ê adarê li Efrînê û 16'ê adarê jî, li Halebê bûyeran dest pê kir. Di bûyeran de ku heta Şamê belav bûn, herî kêm 35 Kurda ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin kuştin.
ANF/QAMIŞLO
Gulê Selmo jiyana xwe ji dest da
Endama rêxistinên jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê Yekitiya Star Gulê Selmo ya ku di 10’ê adarê de li Helebê di encama êrîşa alîgirên rejîma Esad a li ser Kurdan de bi giranî birîndar bibû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di 10’ê Adarê, demjimê derdora 17.00, , li Taxa Şêx Meqsûd a Hebelê, hêzên Şebîheyan ên rejîma Esad ên ji eşîreta Begara ya Ereban pêk tê, êrişê Kurdan kirin. Di encama êrişê de Endama Yekitiya Star Gulê Selmo bi giranî birîndar bû. Gulê Selmo di beşa lezgîn a nexweşxaneya Henan a Helebê de dihat ragirtin. Tevî hemû hewldanan Gulê Selmo nehate rizgarkirin, îro di demjimêrên sere sibê se jiyana xwe ji dest da. Bi sedan Kurd li ber nexweşxaneya Henan kom bûn û dirûşimên weke “Gulê Selmo namire”, “Tolhildan” û dirûşimên li dijî rejîma Esad hatin qêrîn.
Cenazeyê Gulê Selmo ji aliyê hezaran ve ji nexweşxaneyê hate wergirtin û ber bi bajarê lê ji dayîk bûye Efrînê ve hate birêkirin. Hate zanîn ku cenaze li Efrînê ji aliyê hezaran ve hate pêşwazîkirin û ber bi goristanê ve bi rê kirin. Gulê Selma endama Yekitiya Starê ye û di sala 1961’ê li gundê Qetma yê Efrînê ji dayîk bûye.
EFRÎN
12'ê Adarê hate bibîranîn
Li Silêmaniyê bi boneye 8’emîn salvegera raperîna Rojavayê Kurdistanê û şehîdên raperînê merasîmek hate lidarxistin. Nûnerê gelek partî, rêxistinan û kesayetên serbixwe yên Rojavayê Kurdistanê beşdarê merasîmê bûn. Beşdaran diyar kirn ku ew 12’ê Adara 2004’an weke destpêka raperîna kurdên Rojavayê Kurdistanê dinirxînin û bi vê boneyê şehîdên raperînê bibîr tînin.
Li Silêmaniyê li Hola Partiya Komînîstên Kurdistanê, Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD, Tevgera İslah, Înîsiyatîfa Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê, Tevgera Kurdistana Suriyê, Meclîsa Aboyê Kurdî, Komeleya Kenedî Kurdî Bo Mafê Mirov, Yekîtiya Ciwanên Rojava, Merkeza Holendî ya Kurd ya Geşedan û Peşkeftinê û hin kesayetên rewşenbîr û serbixwe merasîmek pêk anîn. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di merasimê de sirûda Ey reqîb hate xwendin. Endamê komîteya amadekar a merasîmê Hozan Efrîn axaftina ewil kir. Efrîn diyar kir ku di 12’ê Adarê de dîktatoriya Bees xwest serê Kurdan bişkîne; lê gelê kurd bi raperînek mezin bersiv da rejîmê û wiha got: "Li bakûr, başûr û rojavayê kurdistanê gelê kurd bi yek helwestî piştgiriya xwe ya ji Rojavayê Kurdistanê anî ziman."
Pişt re bernameyê bi sînevîzyona li ser bûyera Qamişlo û raperîna Rojavayê Kurdistanê hatibû amadekirin hate pêşandan. Di sînevîzyonê de wêneyê kesên di raperînê de jiyana xwe ji dest dabûn hate pêşandan. Piştî sînevîzyonê çalakvanê medenî Dr Cawîdan, Nûnerê Tevgera İsleh Ehmed Qasim, Nûnerê Tevgera Kurdistanî Şahab Qamişloyî axaftin kirin. Pişt re peyama Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê û Partiya Komînîstên Kurdistanê hatin xwendin.
Nûnerê PYD yê Başûrê Kurdistanê Dr Hûseyîn Koçer jî axivî û diyar kir ku çi demê Kurdan serî hilda be ji aliyê desthiladaran ve hatiye çewisandin lê vê carê kurd li her deverê bi avakirina yekîtiya xwe raperîna xwe pêş dixin û wiha got: “8 sal di ser raperîna rojava re derbas bû. 12’ê Adara 2004’an destpêka serhildana li dijî rejîma dîktator bû. Îro gelên Suriyê li dû rêça vê raperînê de dimeşin. Niha li Rojavayê Kurdistanê jî yekîtiya me çêbûye. Piraniya partî û hêzên kurd bi avakirina yekîtiya xwe beşdarê şoreşa Suriyê dibin. Li Rojavaya Kurdistanê bi avakirina Xweseriya Demokratîk gelê kurd îradeya xwe diyar kir. Newroza îsal jî rê bibe mizginiya gehiştina maf û azadiya gelê me”.
Herî dawî belavoka hevbeş ya partî, rêxistin û kesaetên serbixwe hate belavkirin.
SILÊMANÎ