
Endama Koordînasyona PAJKê Ronahî Serhat anî ziman ku wekî tevgera azadiya jinê ew îlankirina xweseriyên kantonên li Rojava pîroz dikin û got: "Berî her tiştî ez şehîdên Rojava bibîrtînim û bejna xwe li ber wan ditevînim. Ev şahadetên çêbûn rûpelekî nû di dîroka Kurdîstanê de vekir. Parçeyekî xweser xewn û xeyala hemû Kurdistaniyan pêk anî. Bêguman ev bi hêsanî pêknehat. Têkoşîna azadiyê ev 40 sale didome. Stratejiya 200 salî ya ku dewletên hegoman li ser Kurdan dan meşandin têk çû. Piştî şerê cihanê 2. nexşeya Rojhilata Navîn nû hat xêz kirin. Dewletên wek Irak, Sûriye û gelek dewletên Eraban rixmî vîna gelan hat avakirin. Berxwedana gelê Kurd di vê xalê de gelek watedar e. Berxwedaniya gel her çiqas ji bo azadiya netewî hatibe destpêkirin jî her tim di nav xwe de azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn armanç dike. Ji ber ku rastiya Rojhilata Navîn li ser yekîtiya gelan, bi wekhev û azad jiyandin hatiye hûnandin."
Dîrok sererast dibe
Serhed diyarkir ku netewperestiya wan dewletan li ser gelan dan meşandin zirarên mezin da heremî û got: "Ji bo vê netewperestî bişkîne gelê Kurd li Rojhilata Navîn projeya Rêbertiya me ya Xweseriya Demokratîk û Netewa Demokratîk pêş dixe. Milekî de dewletên statûkoperest di vê paşverûtiyê de israr dikin, milê dinê jî eniya gelan ya demokrasiyê û azadiyê xwe avakiriye. Ji bo vê eniyê Rojava mînakekî taybet e. Di pergala rojava ya ku hatiye avakirin de hemu gelên ku li Rojava dijîn, cihê xwe girtin. Hemu kes bi nasnameya xwe, bi baweriya xwe beşdarî vê pergalê bû.
Civîna Cenevre 2
Derbarê civîna Cenevre 2 de jî Serhed anî ziman destnîşan kir ku ewqas berxwedan û vîna gelan nevexwendina gelê Rojava ji bo civîna Cenevre çêbû, ev sextekartiyekî pir mezin e. Serhed axaftina xwe wiha domand: Dixwazin pirsgirêkên Sûriyê çareser bikin. Pirsgirêkên Sûriye bi reçeteyên derve, bi berjewendiyên siyasî û aborî nayê çareser kirin. Wek pergala ku li Misir û dewletên Eraban dan avakirin nikarin Sûriyê tevbigerin. Sedsala 21. sedsala azadiya gelan e. Li hemberî van polîtîkayan Xweseriya Rojava li ser azadiya jinê û bi serkeşiya jinê hatiye pêşxistin. Herkes behsa demokrasiyê dike, ev demokrasî li Rojava pêk tê. Çeteyên ku êrîşê nirxê gel dike bi piştgiriya dewletên DYA, Katar, Suudî û hwd, wehşet li Sûriyê didin meşandin. Bin navê Îslamiyetê nirxên olî ya gelan binpêdikin. Yê ku ew dikin têkbirina îslamiyetê ye.. Baweriya gelan di destê desthilatdaran de wek çekek tê bikaranîn."
Dê çareserî çawa pêk bê?
Serhed derbarê projeya Xweseriya Demokratîk de anî ziman ku ev proje tenê ji bo gelê Kurd nîne, armanca Rojava li nav Sûriyekî demokratîk de xweseriya xwe parastin e. Di vê mijarê de Serhed ev xal destnîşan kirin: "Kanton li ser vê esasê hatin îlan kirin. Ev proje ji bo giştî gelê Sûriyê jî hatiye pêşkeş kirin. Derveyî vê Sûriye demokratîk nabe. Bi dewletekî navend, li ser mezhebekî hatiye amade kirin ji hêla ti gelan ve nayê pejirandin. Di heman demê de ev çeteyên ku Sûriye talan dikin vîna gel temsîl nakin, gelê erap temsîl nake. Di bin bandora hêzên navnetewî de çarenûsa Sûriyê teslîmê wana kirin e. Yên ku li Cenevre kombûn bi xwe sedemê aloziya li Sûriyê ne. Hemû dewletên beşdarî Cenev bûn li ser berjewendiyên xwe dixwazin Sûriyeya nû de sazûman bikin. Çareseriya pirsgirêka Sûriye ancax dikare bi gelê Sûriyê re pêk were. Formûl jî Xweseriya Demokratîk û Netewa Demokratîk e."
Tevlîbûna jinan
Serhed bibîrxist ku ev kantonên hatin îlan kirin ji hêla hemû gelên li Kurdistanê ve bi coşekî mezin hat pêşwazikirin bêguman di îlana kantonan da keda jinan pir diyarker bû. Serhed di vê mijarê de jî wiha got: "Seroka Kantona Afrînê jin e. Ev bo me pir girîng e. Lê ez dixwazim li vir jî bêjim diviyabû li wir pergala hevserokatiyê pêşbiketa. Ango jinek serok be, çend zilam alîkarê wê be, an jî zilamek serok be çend jin alîkarên wê bin, ev li gorî asta gelê Kurdistanê hinek paşda maye. Têrê nake. Gelê me vana derbas kiriye. Dikaribûn di aliyê azadiya jin û civakê de gavekî hîn bi wêrek avêtibana. Dema jin tê gotin civak tê bîra mirov. Ji bo vê tu dema wezaretekî jin û malbat bêjî, wê demê jin û siyaset li kur dimîne, jin û aborî, jin û dîplomasî û hwd. Ji bo vê azadiya jina pirsgirêkekî civakî ye. Wek komîteyekî jin û civak hatiba gotin hin çêtir bû."
NÛJIYAN ERHAN/BEHDÎNAN