Meş ji gundê Şêran destpê kir. Meşvanên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsên li dijî komployê vekiribûn, bê navber durişmeyên li dijî komployê û ''Bijî Serok APO'' berz dikirin, heta gundê Til Hacab meşiyan. Li gundê Til Heacib meşvan kombûn û axaftin hatin kirin. Li ser navê meclîsa Gel a gundên rojhilatê Kobanê, TEV-DEM û Meclsîa gundê Til Hacib axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku gelê kurd ku bi Ocalan re bû yek karîbû komployê vala derbixe û sîstema xwe ya rêxistinî avabike. Di axaftinan de her wiha hate destnîşankirin ku îlankirina rêveberiya xweseriya demokratîk yek ji berhemên herî binirx ku têkçûna komployê nîşan dide. Piştî axaftinan komên Zap, Perwîn û Teyhan stran û govend pêşkêş kirin. Çalakî bi helbestên helbestvana Dijwar Zagros bi dawî bû.

Li bajarê Hesekê jî bi heman armancê endamên Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz civînek lidar xist. Civîn bi tevlîbûna dehan xwendekaran li navenda konfedresyonê ya li Taxa Miftî bi rêzgirtinê destpê kir. Pişre Endama Kordînesyona Yekîtiya Star Nûjîn Hesen axivî û Komploya li dijî Rêberê gelê krud Abdulah Ocalan şermezar kir. Piştî axaftinê civîn bi dawî bû.
Li Bajarê Qamişlo jî Rêxistina Ciwanên PYD'ê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo sînefizyon pêşkêş kir. Sînefezyona ku li ser şîrovekirina fikrê Ocalan bû bi beşdariya dehan ciwanan hate pêşkêşkirin. Endamê Ciwanên PYD'ê Mezlûm Xelîl axivî û komploya li dijî Ocalan şermezar kir û da zanîn ku gelê Kurd ku li du Ocalan bû,  komplo val derxist. Piştî axaftinê sînevizyon hate pêşkêşkirin.
Li Bajarê Dirbêsiyiê jî Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger meşek bimeşele lidarxistin. Meş bi tevlîbûna hezaran kesî ji ber navenda Ciwanên Şoreşger destpê kir. Meşvanên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan vekiribûn li piraniya kolanên bajêr geriyan. Dema meşvan gihiştin ber Mizgefta Hecî Sultan meşele pêxistin û li derdorê kom bûn. Li vir Endama Rêveber a Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger Avaşîn Dirbêsiyê axivî û destnîşan kir ku ciwanên kurd dê heta dawî li ser xet û felsefeya Ocalan bimeşin. Meşa ciwanan bi helbetên Ferhadê Merdê bi dawî bû.
Li bajarê Tirbespiyê jî li ser hemû sazî, dezgeh û gelek malan alên reş hatin hildan. Her wiha Navanda Ciwanên Şoreşger pankartên bi nivîsên li dijî komployê dalqandin. Li aliyê din jî ciwanan bernameya ku dê bi armanca şermezarkirina komployê di nava 3 rojan de bêne lidarxistin li welatiyên bajêr belavkirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN




Li Şengalê civîna 15’ê Sibatê

Li Şengalê, Kurdên Êzidî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, di salvegera 15. de şermezar kirin. Ji bo şermezarkirina komployê 15'ê Sibatê, li gundê Girşebekê yê girêdayî Şengalê civîna gel hat lidarxistin. Di civîna ji aliyê meclîsa jinên Tevgera Demokratîk a Êzidiyan (TEVDA) ve pêk hat de komplo bi nefret hat şermezar kirin û hat destnîşankirin ku ji bo pûçkirina komployê wê têkoşîn were xurtkirin. Di civînê de endama meclîsa jinan Serhildan Serkeftin axivî û anî ziman ku komplo di kesayetiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî tevahiya gelê Kurd hatiye kirin û got: “Komploker di wê baweriyê de bûn ku bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wê hêviya azadiyê ya gelê Kurd bê şikandin. Lê belê di roja îro ya salvega komployê de gelê kurd herî zêde nêzî azadiyê bûye û perspektîfên azadiyê yên Kurdên li Rojava û Bakûrê Kurdistanê ji hemû Kurdên cîhanê re bûye hêviyek.” Serkeftin ragihand ku li gel tecrîda giran a 15 salan û rewşa îşkenceyê jî, Ocalan li Rojhilata Navîn bûye navê herî bi bandor ê siyasetê û got: “Êdî komplogeran jî dîtin ku ew nagihêjin armacên xwe. Perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkoşîna azadiyê li her çar parçeyên Kurdistanê hîn zêdetir berfireh bûn. Îro perspektîfên Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelên ku bi dil û can têkoşîna azadiyê dikin, bûye hêviya rizgariyê.” Di civînê de jinên Êzidî axivîn, komploger şermezar kirin û dan xuyakirin ewê li ser bingeha têkoşîna neteweya demokratîk a Kurdan têkoşînê bidin meşandin.

ŞENGAL