Medya ya Tirk, ji çepê bigirin heta kevneperestên Kemalîstan, ji “pêşverûyên sivîl” bigirin heta rasterast paşverûtan, vê sibehê hişyar bûne, çavên xwe diguwişînin û ji bo liv û tevgerên desthilatdarên îro binavkirinek bilêv dikin: “dîktatorî”... Rojbaş... 

Di rastiyê de dîktatorî di dema Ecevit de jî hebû, ji bo me Kurdan heman mercên zordestiyê derbasdar bûn, di dema Ozal de jî, di wexta şirîkatiya Demirel û Inonu de jî rewş didomiya, gava Ecevit di kaltiya xwe de wek bi berpirsiyartiya taybet a pêywira nijadperestiyê hate serî jî berdewamiya dewletê li ser heman rêçê dimeşiya. Hingê jî mala me dihatin şewitandin, ev roj jî tê şewitandin, hingê zêdetir mala me li gundan bû, ji ber wê gund dişewitandin, ev roj zêdetirî malan li bajaran e, ji ber wê jî bajarên me ji kokê tên hilweşandin û şewitandin. Ew roj li gundan çek û sîlahên kîmyayî ne hewce bûn, li hin cihên çoltêr pêdiviya çekên kîmyayî nebû, ji ber wê tenê di hin şikeft û çolên Kurdistanê de çekên kîmyayî dişixulandin, lê îro li hemû bajaran, berxwedanî li ku derê şîn be li wan deran çekên kîmyayî dişixulînin. Ji bo me tu rewş neguheriye. Ji bo me “kîmya” di berê de jî bi navê kujertiyê ve dihate zanîn, îro jî heman rewş derbasdar e. Rojbaş... 

Medyaya Tirk, hêdî hêdî tê ser xwe. Hêdîkana û bi awayekî bêdeng, bi pêyva “berxwedaniyê” ve diaxive. Di nav wan de jî kesên ku ji zû ve ye civaka Kurd nas dikin û ev nêzî bîst salan e jî di nav tekoşîna Kurdan de tevî civînan bûne, tevî sohbetên nûnerên tevgerê bûne, gerîlayên Kurd û şêwaza wan, tevger û nêrîna wan, hêst û ramanên wan pîçekî nas kirine, ew kes vê pêyvê bi kar tînin. Wek mînak vê hefteya borî nivîskar Hasan Cemal rasterast pêşniyaza berxwedaniyê anî ziman û got: “ji xêynî berxwedaniyê êdî rêyek nemaye.” Rojbaş... 

Kurd, va 40 sal jî zêdetir e bi rêvebertiya xwe, bi hişmendî, hûrnêrîn, xwendin û bi şîroveyên xwe ve bangawaziya vê yekê dike. Ev 40 sal in, ji bo ku tevî muxalefeta Tirk û Kurd tevgerîneke hevpar were danîn, tekoşîneke hevbeş were meşandin deng jê nema. Desthilatdariya hov Kurdistan xera kir, ew bangawaziya hevbeşî pêşniyaz kir, kom bi kom kujertî pêk anî, ji bo eniyeke berxwedaniyê were damezirandin di nav hewldaniyekî de li ber xwe da, yek bi yek şoreşger, welatparêz, rewşenbîrên Kurd kuştin û qetil kirin, li himberî van yekan Kurdan tu carî sinifên pêşverûyan sûcdar nekirin û dîsa hêviya xwe ji wan qut nekirin. Li bajarên Tirkiyê di nav tekoşîna sendîkayan de xwe birêxistin kirin, di nav tekoşîna çînî de xwîdana xwe rijand, li çalakiyên sivîl de cih girt, çi li “Gezî Parki”, çi li komkujiyên Soma yê komirê, çi li Gazî û li izmirê, li her derê tevî muxalefetê bû, lê ew kesên ku xwe wek nûnerên xwedî muxalefeta Tirkiyeyê dîtin, her tim li ser serê tevgerên Kurdan li wan mêze kirin û newêriyan xwe ji biçûkdîtineke dîrokî xelas bikin. Îro hêdî hêdî têdigihijin ku di vê muxalefetê de hêza herî bi hêz û cidî Tevgera Azadiyê ye, ji wan piştgiriyê dixwazin, hêdîkana tên li ser rê û xeta wan. Rojbaş... 

Îro hin berdevkên çep ên Tirkiyê, ji bo ku Kurd li derveyî Mîsak-î Milî jî, ango li Başûr û Rojava jî di bin siya çepbûyînê de rêxistineke hevbeş û muxalefeteke wekî berê ava bikin, bi dengekî nizm ve be jî deng vedidin. Wek mînak, ji bo ku hêzên Rojava di bin bandora Rûsî û Emerîkî de nîqaşan dimeşînin û ji bo terikandina vê siyasetê wekî birayekî mezin dîsa bi “devokeke jorîn” nesîhatan tînin ziman. Rojbaş. 

Kurd bi xapandinan, bi lîstikan, bi siyasetên desthilatdar, bi çekên kîmyayî, bi komkujiyan, bi derew û bi dekên biratiyê ve pijiyan. Li paşiya wan, bi têra xwe “mezelên ciwan ên bi xiyanetê ve kolandî” tijî ye. Kurdan vê carê muxalefeta xwe ne bi hestan, bi hişmendî, bi siyaseta ramanî ve damezirand û heta serî jî dê bi vî rengî biçe... Rojbaş...