Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 4´ê Nîsanê bû 70 salî, û bi vê rasthatinê, li gelek welatên Ewrûpayê Kurdistaniyan bi çandina daran û çalakiyên cihê rojbûna Ocalan pîroz kir.
Li herêma Normandie ya Bakurê Fransayê, rojbûna Ocalan li navenda NCKD’yê hate pîrozkirin û peyama KJK’ê hate xwendin.
Li ser navê TJK-F’yê jî li ser rojbûna Ocalan hate gotin, ‘’Ji bo me îro bûyina civaka Rojhilata Navîn e. Rojhilata Navîn a azad tenê bi Rêbertiya azad pêkan e.’’
Li bajarê Fransayê Moulhoseê nêzî 100 kesî hatin cem hev û rojbûna Ocalan pîroz kir. Dema pîrozbahiyê de ji bo Ocalan bi şêwaza dengbêjî stran hatin gotin û govend hatin gerandin.
Li bajarê Elmanyayê Giessenê jî ji bo rojbûna Ocalan li parkeke ji bo zarokan, tevî zarokan dar û kulîlk hatin çandin û zarok wê salekê li wan dar û kulîlkan miqate bin.
Peyamên li dijî tecrîdê hatin dayîn
Li bajarê bakurê Elmanyayê Hannoverê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan Ronahî, rojbûna Ocalan hate pîrozkirin, di bernameyê de têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê ya Ocalan hate vegotin û her wiha çareseriya konfederaliya demokratîk a Ocalan hate destnîşankirin. Her wiha hate xwestin ku li grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Ocalan xwedî derkevin.
Li bajarên rojavayê Elmanyayê Dortmûnd û Lohne jî li NCDK´yan rojbûna Ocalan hate pîrozkirin, li Essenê bi organîzasyona Meclîsa Jinan a Bêrîvan Şengalê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de li ser jiyan û têkoşîna Ocalan axaftin hatin kirin, banga xwedîderketina li grevên birçîbûnê hat kirin û şitl hatin danîn.
Destpêka ´jiyana nû´
Li Borlgange ya Swêdê jî salvegera rojbûna Ocalan hate pîrozkirin. Têkoşîn û felsefeya Ocalan hate vegotin, rojbûna Ocalan, ku weke ‘’jiyana nû’’ hat pênasekirin, bi govendê hate pîrozkirin.
Li bajarê Belçîkayê Antwerpenê jî gelek kes hatin cem hev û li Navena Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) 4’e Nîsanê, rojbûna Ocalan pîroz kir. Sînevizyonek li ser jiyan û fikrên Ocalan jî hate nîşandan.
NAVENDA NÛÇEYAN