Îro ji rojan 1’ê Nîsanê ye ev roj ji bo weşangeriya Kurdî rojeke muhim e. Vê rojê du kovarên Kurdî dest bi weşana xwe kir. Yek ji wan Ronahî bû ku di dema Şerê Cihanê yê Duyem de bi alîkariya Fransayê derket. Wê ji 1942’yan heta 1945’an weşana xwe kir û berpirsê wê yê weşanê jî Celadet Bedirxanî bû. Kovar li Şamê derdiket; zimanê wê Kurmancî û alfabeya wê latînî bû. Ya din jî Rojî Nwê bû ku kovareke siyasî bû. Wê hejmara xwe ya yekê 1’ê Nîsana 1960’î li Silêmanî weşand. Zimanê wê Soranî û alfabeya wê jî erebî bû.

Herçî Ronahî ye, bi temamî 28 hejmar derxistin. Pirraniya naveroka wê hem ji ber ku şertê destekê bû û hem jî ji ber ku Şerê Cihanê yê Duyem tesîr li Kurdan jî dikir, nûçeyên şer bûn. Fikra kovarê li dijî faşîzmê û nazîzmê bû û pişta Dewletên Tifaqê digirt. Ji bilî nûçe, wêne û şiroveyên ji bereyên şer û li ser şer, nivîsên li ser wêje û folklora Kurdî jî cihê xwe tê de girtin. Celadet Alî Bedirxan, Osman Sebrî, Hesen Hişyar, Cegerxwîn, Îhsan Nûrî Paşa, Evdirehmanê Eliyê ji wan kesên navdar in ku di kovarê de nivîsîn. Tevahiya hejmarên kovarê ji aliyê weşanên Jîna Nû ve li Swêdê hatin çapkirin. Herî dawî weşanên Belkî li Amedê sala 2017’an tevahiya hejmarên kovarê di yek bergî de berhev kirin û weşandin.

Ronahiya Celadet Bedirxan ji Hawara wî guhertîtir bû; ew bi fotoyan dihat çapkirin.. Hejmara wê ya herî zêde foto tê de, hejmara 3’yê bû. Gava Hawarê dawî li weşana xwe anî Ronahiyê 17 hejmar derxistibûn. Wê bi giştî 28 hejmar derxistin. Ji hejmara 1’ê heta hejmara 22’yê Ronahî bi rêkûpêk mehane derket, hejmarên din ne bi rêkûpêk derçûn.

Bi Rojî Nwê rewşenbirî

Kovara Rojî Nwê jî yekem hejmara xwe 1’ê Nîsanê derxistiye, lê sala 1960’î. Ew li Silêmaniyê ji aliyê nivîskar Cemal Şalî û komek rewşenbîrên Kurd ve hate çapkirin. Ev kovar wek dewama Kovara Gilawêj hate çapkirin. Bi çapkirina 18 hejmaran di nava salekê de karî li seranserê bajar û navçeyên Kurdistanê gelek xwendekaran ji xwe re peyda bike. Cemal Şalî ev nav li kovarê kir ji ber ku wî hêvî dikir, piştî rûxîna rejima meliktiyê ji bo Kurdan jî serdemek nû dest pê bike. Kovar bi xwe kovareke wêjeyî, siyasî û civakî bû. Di nava nivîskarên wê de Kamêran Mukrî, Muherem Muhmed Emîn, Ihsan Ebdulkerîm û Kerîm Zend Ebdulla Ejder hebûn. Kovar heftane derdiket, lê ji ber pirsgirêkên aborî û kêmaniya nivîskaran, nekarî demeke dirêj dewam bike, hejmara 18’an ku ya dawî bû jî di 2’yê Îlona sala 1961’ê de derket.