Roja înî, 12 ê kanûna ku xeftanê berfembariyê lêkirine, mîna çivîkên koçer bi rêyan ketim. Berê baranê bi awayê ku bixwaze rêya min bibire, bi şelpîna pêlên ava laserê li camên erebê da. Gumanekê li min çêbû!.. Dibe tirsa canê şîrîn jî be! Hestekî ji durrê bi hêrs fermî ser min; „vegere!“ Lê divîbû ez biçûma dibistanê… Wî hestê nexwestinê bi mizmizî got; “telefon ke!” Ketim parqeke li devê rê, çi bû nizanim, peyva telefonê ji bîr çû. Mîna ku xulmaş bim... Min serê xwe danî ser dîreksiyonê û xewa saniyeyî... Bi carê ve cejna Xwidan hate bîra min, min serê xwe rakir, li hawîrdor nêrî. Dengê şelpîna barînê nebû, çawa ku di sîtilên ewran de av nemabe, baranê ew hêrs û gira xwe wenda kiribû û min berê xwe da dibistana seretayî ya bajarê Wildeshausenê. Li derê dibistanê zarokan bi coş û kelecana şîrîniya zarokatiyê ez pêşwazî kirim; ya yekem: “Mamoste, mamostê îdiya te pîroz be!“ Ya dudyan: „Mamostaa îdiya Xûdan pîroz ba!“ ya sisyan, xwendekara min a jîr: „Cejna Xwidan li te pîroz be!“ Ya çaran: „Te îydaniya me anî?“ Zarokên ewqas şîrîn û ji dil… Ken, henek û dilşahî bû para min…Wê rojê li wê dibistanê „roja stranên noelê“ bû, dê Nîkolausê ji Mîlasa Pamfilistanê bihata û ji bo zarokan dîyariyên dilşahiyê baniya! Di dibistana min a bingehîn a li bajarê Cloppenburg jî vekirina xwaringeha nû hebû. Li gel wê divîbû ez li wî bajarî biçûma mala Şêyx Mîrza, civata pîrozbahiya cejna Xwidan li wir bû… Min destûr ji gernîndeyê stand û  berê xwe da Cloppenburgê. Ewrên sîtilên rondikên mişt dagirtî carna direşand ser camên trimbêlê. Ew reşîşa baranê bi ava ji ber maranên navgînan dipijiqî re li hev digeriya, bi rengê mija taritiyeke gewr û şêweyê perdeyekê ketibû pêş min û medeya nêrînên min dadiquland, lê min ajot…Li dibistana min a bingehîn şaredarê bajêr, gernîndeya me ya bi makyajeke xweşikiya xwe sorûkurkirî, keşeyê dêra katolîkan, mîmara avahiya xwaringehê li ser dikê bi gotinên edilandî bala mêvan, mamoste û zarokan li ser xwe kilît kiribûn. Şaredarê rûken bi çavên zengên dibiriqî û kone, bi  zimanekî nerm di baweşîna dengnizm de lêbangî li civaka amade kir:
„Zarok pêşeroja welêt, hebûna me ya siberojê ne! Siberoj xizmet û amadekariyê dixwaze. Me bi kêfxweşî ev xwaringeha bi 600 000 euroyî ji wan re amade kir, daku ew jî bikanin çand, ziman û heyîya me bigihînin nivşên li pey xwe.“
Di dema vê axaftinê de her û her ramana „zarokên me, şaredariyên me, derfetên wan û çi xizmeta şaredariyên me ji bo ziman û siberoja me hene? Ji bo ziman, çand, hunera bi kurdî çi dikin?“ di  mêjiyê min de wek fesadiyekê hestên min tev da.
Keşeyê rûyê wî bi bişirîn bal dikişand, bi tevgereke nerm mîkrofon girt, li pey ayetekê ji încîlê xwend, bi hişmendî û şiroveyeke jê bêhna fîlozofiyê dihat,  got:
„Zarok nîvxweda, rengê Xwedê yê tawaw in. Awayê li zarokan xwedî derketinê; ast, sinc û mirovbûna wê civakê jî diteyîsîne. Zarok xweşikî, hezkirin, baweriya ….”
Ev mejiyên min ê bela serê min ku dibe rojekê serê min jî bi xwe, dîsa ber bi fesadiyeke rastiya melayên mislimanan sêwirandinê ve şeqitî. Bihustek rih, rûyeke tirş, çoyê di dest de, hîskik û lerzîna zarokan her wek şevşevokan li ber çavên min reqisîn.Mîmarê bi xwe bawer mîna dîrokzanekî axaftina xwe şîrîn kir:
„Bavê kalikê min li ser vê dikê şano lîstiye. Kalik û bavê min jî di vê dibistanê de xwendine. Mêrê min di dehsaliya xwe de li ser vê dîke gîtar lê da. Min di vê salonê de balet lîst…  „Min gotibû nee!.. Mejiyê min ji xwedê bela xwe dixwaze, tim nêrîn û fikrên mîna xilç û şûjinan diafirîne. Rast bavê kalikê min şivan bûn, yan xwedanê birên pêz bûn û li zozanan di binê konê çardehstûnî de serpiştê vedizeliyan? Ma avakirina bajaran, netew, dewlet, şarestanî di bin konê bê dibistan de dibe? Ax!.. Nizanim ev pîj û tûjiya mejiyê min e, yan jî rastiya du cihanê cuda ne? Ya baş ez serê we neêşînim, berê xwe bidim Brukselê.