Zaynê Akyol a bi xwe Kurd e û ji bakurê Kurdistanê ye, ji zarokatiya xwe ve li Kanadayê dimîne. Ew wênegir û filmçêkereke ser xwe re ye û demekê li Başûrê Kurdistanê bi şervan û gerîlayên Kurd ên jin re maye û wêneyên wan girtine. 22´yê Mijdarê wê li taxa Mile End û li hola Espace Mile Endê ya bajarê Kanadayê Montreal ê pêşangeha xwe vekir a ku wê navê Rojekê/One Day lê kiriye.

Di pêşangehê de 20 wêne hene. Wê nexasim jî wêneyên gerîlayên YJA Starê li çiyayên Qnedîlê girtine. Lê wê her weha li Mexmûr û Kerkûkê jî li bereyên ku gerîlayan diparast wêne girtine.

Em wan nas nakin

Zaynê Akyol a ku li bajarê Kanadayê Quebecê mezin bûye, bi îhtîmam dibêje, ew weke zarokeke piçûk tevî dêûbavê xwe çûye Kanadayê û ji ber Kurdbûnê zilm li dêûbavê wê hatiye kirin.

Xwediya hola Espace Mile End, Élise Lafontaine dibêje, “Wê (Zaynê) portreyên wan jinan nîşan dida ku em bi rêxistina wan nizanin. Her civak yan jî rêxistin dikare bi reng û awayê xwe destekê bide çandê.”

Zaynê sala 2016´an bi belgefilma Gulîstan hatibû nasîn ku li ser gerîlayên jin bû. Jixwe ji ber wê filmê jî, Zaynê êdî nikare vegere gundê xwe.

Axir gava paşê careke din vedigere cem wan gerîlayên ku êdî bi wan re heval e, fêr dibe ku nîvê wan şehîd bûne.

Projeya belgefilmeke din

Niha planeke wê ya din a belgefilmê heye. Ew li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê fermandareke jin bişopîne û ji jiyana wê belegefilmekê çêke. Hem fermandarê qebûl kiriye û hem jî Zaynê fînansmana filma xwe misoger kiriye.

Axir em vegerin ser Rojekê; pêşangeh wê li Montrealê heta 25´ê Sibata 2019´an vekirî be.

 

MONTREAL