Komeleya Nivîskarên Kurd bang li Kurdînûseran dike û dibêje, ji bo nasîn û bûyîna dengê berxwedana Bakurê Kurdistanê rahêjin pênûsên xwe “Rojên Berxwedanê” binivîsin.

Berxwedana Bakurê Kurdistanê bi armanca xwerêveberinê bi mehana e ligel kuştin, qedexeya derketina kolanan didome. Dewleta Tirk ji bo berxwedanê biçewisîne her rê û rêbazê bi kar tînê, lê dagirkeriya dewleta Tirk bi ser nakeve. 


Ji bo berxwadanê ‘rahêjin pênûsê’ 

Komeleya Nivîskarên Kurd a ku navenda wê li Amedê, bang nivîskar, rewşenbîr û dilxwazên Kurdî dike û dibêje rahêjin pênûsên xwe “Rojên Berxwedanê” binivîsîn. Nivîsên ku ji komelê re hatin, piştî nirxandinê wê bên çapkirin. Ceribandin, helbest, çîrok, nivîsên çavderiyên derbarê “Rojên Berxwedanê” de tên qebulkirin. Armanc ew e ku hizir û ramanên nivîskaran yên li ser “Berxwedana Bakur” derbasî cîhana nivîskî were kirin û li kelepora Kurdî ev nivîs werin zêdekirin.


Divê dagirkeriya dewleta Tirk were sekinandin

Serokê Komeleyê nivîskar Omer Dilsoz, derbarê kampanyayê de axivî û got: ‘Em wekî nivîskar bawer in ku bi peyvê, bi axaftinê çi mesele nînin ku neyêne çareserkirin, lêbelê vê pêlê dengê peyvê di nava girmegirma çekan de hatiye fetisandin. Lewma jî, em dixwazin ku dengê peyvê bi ser bikeve û trajediya li bin guhê me; kuştina ciwanan, kavilkirina warnişînan, bi hêza edebiyatê bibe arşîv.’

Dilsoz derheqê kolandina xendekan de jî got, divê ji bo xendek neyên kolan pêşî dagirkeriya dewleta Tirk bê sekinandin.

Dilsoz wekî din got, kesên ku dixwazin tevlî kampanyayê bibin dikarin li ser seranserê navçe û wargehên li berxwe didin, binivîsîn. 

Kesên ku dixwazin nivîsarên xwe bigihînin Komeleyê dikarin bi e-posteya komeleyaniviskarenkurd@gmail.com ê re bişînin. Xebata kolektîf dê ji aliyê komeleyê ve piştî 2-3 mehên din were çapkirin. 


 AMED