Piştre parlamenteran, nûnerên partiyên xwecihî û saziyan peyamên xwe pêşkêş kir û da zanîn ku ew ê piştgiriya xebatên çand û siyasî yên Kurdan bikin. Paşê jî axaftinên Hanî derket ser dikê û bi stranên xwe roja yekem a bernameya çandê bi dawî kir.

Bernameya roja 2’yem jî bi mijara “Di dîrokê de jinên Kurd” dewam kir. Li ser jiyana Sakîne Cansiz, Ayşe Şan û Leyla Qasim jî axaftin hatin kirin. Piştî vê pêşkêşkirinê, filma “Half Moon” a Bahman Ghobadî, hat temaşekirin. Di 3. roja bernameyê de wê li ser “Li Kurdistanê Rêveberiyên Xweser” panel bê dayîn. Aktîvîteya Rojên Çanda Kurd wê bi konsera vekirî ya Seyda Perînçek û Bajar ve bi dawî bibe. 


 NURNBERG