Rojên Çanda Kurd ku li bajarê Elmanyayê Nurnbergê her sal bi rengekî ji rêûresmê pêk tên, îsal 29’ê Gulanê dest pê dikin. Konser, panel, film û govend, her wiha çalakiyên din ên hunerî wê 4 rojan dewam bikin.
Rojên Çanda Kurd her sal meha Gulanê li Nurnbergê ji aliyê Mala Gel a Medyayê ve bi rengekî ji rêûresmê tê amadekirin. Îsal cara 10’an e ku ev rêûresm wê dewam bike.
Rojên Çanda Kurd wê 29’ê Gulanê dest pê bikin û 4 rojan bidomin. Tê payîn ku nûnerên gelek partiyên siyasî û siyasetvan tevlî Rojên Çanda Kurd bibin. Li gorî bernameya komîteya amadekar parve kirî, ev çalakiyên hanê wê di çarçoveya Rojên Çanda Kurd de hebin:
29’ê Gulanê: Govenda Astera; konsera Suleyman Çarnewa û Eleonore Fourniau saet 18.00´an li Villa Leon a li navnîşana Philipp-Koerber-Weg, 90439 Nürnberg.
30’ê Gulanê: Saet 19:15´an nîşandana filma Keçên Rojê li FilmhausK4 a li navnîşana Königstr. 93, 90402 Nürnberg.
31’ê Gulanê: Saet 18.00´an bi moderatoriya sosyolog Nihal Bayram û beşdariya rojnamevan-nivîskar Ferda Çetîn, rojnamevan-nivîskar Ahmet Nesîn, rojnamevan-siyasetvan Martin Dolzer panelek heye li Villa Leon a li navnîşana Philipp-Koerber-Weg, 90439 Nürnberg.
1’ê Hezîranê: Saet 18.00´an konsera Koma Dengê Xwezayê, Hozan Aydın, Serhat Çar Newa li Villa Leon a a li navnîşana Philipp-Koerber-Weg, 90439 Nürnberg.
NURNBERG