Alîkarê Şaredarê Surê Mehmet Alî Altinkaynak têkildarî rojên danusandinê yên dê 3 rojan berdewam bike agahî dan û diyar kir ku protokola di navbera her du şaredariyên me de hatin îmzakirin di aliyê çand hûner, perwerdehî, spor, tevkariya bajarvaniyê û projeyên hevpar e. Altinkaynak, anî ziman ku 3 salin hatin û çûn heye û her dawî 8 meh ber li Duhokê rojên danusandina Amedê pêk hatibûn û wiha got: "Protokol bi awayekî serkeftî berdewam dike. Em dixwazin gelê me di çarçoveya wan bernameyan de tevlîbûnekê bi hêz nîşan bide."
AMED