Pêr fîlmê Nezahat Gundogan “Hay Way Zaman” li Navenda Çanda Nudayê hat nîşandan. Piştî nîşandana fîlmê derhênera fîlmê Nezahat Gundogan bi temeşavanan re hevpeyvîneke çêkir.

Mihrîcana ku bi dîrûşmeya “Em ji bo hezar rengan hene” û ji bo bîranîna Yaşar Kemal tê lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de fîlma ku Komkujiya Dersimê vedibêje ya bi navê “Hay Way Zeman” derket pêşberî sînemahêzan.

Derhêner Nezahat Gundogan di hevpeyvîna xwe de diyar kir ku ji bo çêkirina fîlm  gelek ked daye û ji bo pêkanîna porojeyê xwe arşîvên heyî yeko yeko vekolandine. Her wiha Gundogan destnîşan kir ku mijara sereke ya fîlmê  piştî komkujiya 1938’an desteserkirina keçên Dersimê ji alî leşkerên Tirk ve ye. Gundogan bilêv kir ku di komkuijiya Derrsimê ya 1938’an de bi dehhezaran insan hatin kuştin û yên mayî jî ji bo asîmîlekirinê bi xwe re birin û bi vê rengî axivî: “Zihniyeta dewleta Tirk sed sal berê çi bû, niha jî ev e. Komkujiyên ku sed sal berê pêk anîn niha jî li Farqînê pêk tînin. Dewleta Tirk kesê ku ne wekî wê difikirin hê jî wek tahluke dibîne û dixwaze tune bike.”

Gundogan pirsa; “Ji bo çi gava komkujiya Dersimê pêk hat, cihên wekî Amed, Çewlig û bajarên din yên Kurdan bêdeng man” jî wiha bersivand: “Dewlet çawa ku îro çapemeniyê bêdeng dike, vê çaxê jî heman tişt pêk anî. Weşanên ku ji komkujiyê agahdar bû yeko yeko sansur kir.”

Herî dawî Gundogan anî ziman ku ger dewleta Tirk bi komkujiya Dersimê biketa rûbarî hev, komkujiyên wekî Maraş, Çorûm û hwd. jî çênedibûn. Dewleta ku bi komkujiyan neketiye rûbarî hev îro jî komkujiyên xwe didomîne.”


SîneMardîn dest pê kir

Li Mêrdînê 10’emîn Mîhrîcana Fîlmên Navneteweyî ya SîneMardîn îro bi nîşandan fîlma Batîn Ghobadî Mardan ya ku ji bo di beşa baştirîn zimanê biyanî de wekî berendam ji bo Oscarê hatibû nîşandan, destpê dike. Her wiha di nîşandana fîlmê de lîstîkvanên fîlmê Îsmaîl Zagros û Feyyaz Duman jî bi sînemahezan re hevpeyvîneke li dar dixin.


 WAN