Bibîranîna hunermendê şoreşger ê Kurd Yilmaz Guney, di salvegera 34’an a wefata wî de bi çalakiyên cihê dewam dike. Rojên Filman ên li Hamburgê ku îsal ya heftemîn wê bê lidarxistin jî wê bi navê Rojên Filman ên Yilmaz Guney bi rê ve biçe. MIG-Zentrum çalakiyê organîze dike ku wê 27´ê Îlonê dest pê bike û 29´ê Îlonê bi dawî bibe. Film wê li taxa Hamburgê, Sternschanzeyê li hola Kino 3001´ê bên nîşandan. Ji MIG-Zentrumê Îlhan Akdeniz Hamburgê vexwendin da ku beşdarî çalakiyên wan ên rojên filman bibin. n HAMBURG