Koordînasyona Piştgiriya Neteweyî ya bi Kurdistanê re ya Fransayê, ku di nav de gelek partî, rêxistin û tevgerên civakî yên Fransayê hene, rojên 16-17-18’ê Cotmehê weke „Roja Piştgiriya Neteweyî ya bi Kurdistanê re“ îlan kir. Di vê çarçoveyê de wê li gelemperiya welêt gelek çalakî bên lidarxistin.

Koordînasyona ji CDK-F, NPA, Partiya Komunîst a Fransayê, MRAP, Alternatîve Lîbertaîre, HDP-Ewropa, Sendîkaya Yekbûyî ya Solîdaîres, UDB, Kolektîfa Jinê ya Piştgiriya bi Kobanê re, Tevgera Kabylîe, Komeleya Piştgiriya bi Kurdistanê re ya Fransa, Sortîr du Colonîalîsme, ACTÎT, SKB, OCL û gelek rêxistinên din pêk tê, wê di 16-17-18’ê Cotmehê de li Parîs, Lorîent, Marseîlle, Rennes, Creîl û bajarên cuda yên Fransayê bi awayekî hevpar dakeve kolanan û ji bo piştgiriya bi Kurdistanê re çalakiyan lidar bixe. 


PARÎS