Parlamenterên Eyaleta Brandenburgê Anja Mayer û Andreas Buttner derbarê dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk a li bakurê Suriyeyê de axivîn.
Li Parlamena Eyaleta Brandenburgê ya Elmanyayê li ser babeta dagirkeriya dewleta Tirk û komkujiyên li hemberî sîvîlan, civîneke taybet hat kirin.
Di civînê de bijîşkê Kurd yê endamê Rêxistina Alîkarî û Dermankirina Acîl a Navneteweyî Dr. Akrem Nassan jî beşdar bû û derbarê Rojava de agahî dan.
Dr. Akrem Nassan got, li Rojava ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve kiryarên dij-mirovî tên kirin û wiha pê de çû: “Bi rojane bi dehan kesên sivîl ku di nav de gelek zarok û jin jî hene bi çekên qedexe, bi çekên fosfor û napalm tên qetilkirin. Bajarê Serêkaniyê bi tevahî hatiye rûxandin û dewleta Tirk dixwaze herêmê dagir bike.” Dr. Nassan da xuyakirin ku bi awayekî lezgîn pêdivî bi derman û kereseyên din yên tibî heye û wan ton û nîv derman amade kirine û ew dê ji Frankfurtê wan ber bi Rojava ve bişînin.
Parlamenterên Partiya Çep Anja mayer û Andreas Buttner jî nerazîbûn û xemgîniya xwe ya ji ber dagirkeriyê diyar kir. Parlamenteran got, “Dinya mîna li filmekê temaşe bike, li kuştina zarokên Kurdan temaşe dike. Ev roj rojên şermê ne.”
Parlamenteran di dawiyê de banga beşdariya meşa îro ya li Potsdamê ya saet di 17:00 an d li pêş Lothar - Bîsky-Hausê kir.
BERLÎN