Li Êlihê Rojên Wêjeya Kurdî ya Batmanê yên 2´yê dest pê kir. Helbestvan Berken Bereh di vekirina bernameyê de got: “Heke zimanê miletekî tine bibe, ji wî miletî tiştek namîne. Ji ber vê yekê, dema cara ewil qeyûm hatin, dest bi daxistina tabelayên Kurdî kirin.”

Rojên Wêjeyê ji aliyê Şaredariya Êlihê, Şaxa Egîtîm Senê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mereto û Komeleya Çand û Hunerê ya Êlihê (BART) tê organîzekirin, û çalakî li Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Guneştekîn a Şaredariya Êlihê dibin.

Berken Bereh ew kesê projeya rojên wêjeyê û organîzator pê serbilind in; jê re gotine, Mêvanê Rûmetê. Di destpêka bernameyê de Şeva Rêzgirtinê ya ji bo Bereh hebû. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsyare Salîm Kaplan, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz, nivîskar û helbestvan Berken Bereh, Îrfan Amîda, Rêdûr Dîjle, Cumhur Olmez, Mueyed Teyîp, Selîm Temo, Weysel Tirpan, Roza Metîna û Merdan Newayî û gelek kes beşdarî şahiyê bûn.

Hevşaredar Mehmet Demîr di Şeva Rêzgirtinê ya Berken Bereh de axivî û got: “Ji bo em xwedî li çanda gelê Kurd derkevin me sond xwariye. Em ê van xebatan dewam bikin.”

Dema li Başûr Kurd bikenin…

Pişt re Îrfan Amîda, Rêdûr Dîjle, Cumhur Olmez, Mueyed Teyîp behsa xebat û jiyana Bereh kirin.

Mueyed Teyîp got, “Dema li Başûr Kurd dikenin, li Bakur jî Kurd dikenin” û bi van gotinan bal kişand ser yekîtiya neteweyî ya Kurdan.

Nivîskar Îrfan Amîda jî da zanîn ku helbestvanên Kurd tenê ne helbestvaniyê dikin û di heman demê de yek ji têkoşerên azadiya gelê xwe ne û ev 40 sal in Berken Bereh ji bo gelê xwe têdikoşe.

Helbestvan-rojnamevan Rêdûr Dîjle jî destnîşan kir ku ji bo helbestê nikarin pênaseyeke giştî bikin û divê her helbestvanek hildin cihekî û pênaseya wan bikin.

 Îradeya Kurdan nehat şikandin

Di şahiyê de nivîskar Selîm Temo, Weysel Tirpan, Roza Metîna, Merdan Newayî jî helbestên Bereh xwendin.

Pişt re Berken Bereh malavahiya her kesî kir. Bereh got, dema wî dest bi nivîsandina helbestê kir, gelê Kurd di bin zext û zilmeke mezin de bû: “Ji wê rojê û vir ve îradeya gelê Kurd nehat şikandin. Dema hûn zimanê miletekî tine bikin û ji holê rakin, ji wî miletî tiştek namîne. Ji ber vê yekê dema cara ewil qeyûm hatin, dest bi daxistina tabelayên Kurdî kirin.”

Piştî wê Parlamenter Feleknas Ûca plaket diyarî Bereh kir.

Rojên Wêjeya Kurdî yên Batmanê yên 2´yê heta 29’ê Kanûnê wê dewam bike.