Êlih wê di navbera 25-29’ê Kanûnê de malovaniya Rojên Wêjeya Kurdî yên 2´yê bike. Di çarçoveya bernameyê de wê li helbestan bê guhdarî kirin û panel û gotûbêj bên organîzekirin. Şaredariya Êlihê, Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Êlihê, Komeleya Çand û Hunerê ya Êlihê (BART) û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Meretoyê van rojan organîze dikin û çalakî wê 5 rojan dewam bikin. Mêvanê rûmetê yê bernameyê jî Helbestkarê Kurd Berken Bereh e. Bername bi tevahî wê li Navenda Çandê ya Ahmet Gunşetekîn a Şaredariya Êlihê bê lidarxistin.
Di bernameyê de nîşandana filman, guhdarîkirina li helbestan, gotûbêj, panel hene. Mijarên mîna “Pêşketina çîroka kurdî” , “Di wêjeya kurdî de werger” , “Rengê jinê yê di wêjeya kurdî de” , “Di zaravayên kurdî de roman” , “Motîvasyon û pirsgirêkên romana kurdî” hinek ji wan ên panelan in.
Bi bernameyî Îrfan Amîda, Rêdûr Dîjle, Mueyed Teyîp, Selîm Temo, Merdan Newayî, Weysel Tirpan, Roza Metîna, M. Saît Îmret, Firat Ozdemîr, Merdan Newayî, Salih Agir Qoserî, Lal Laleş, Mihemed Ronahî, Meral Şîmşek, Çetîn Lodî, Kevok Mizgîn, Îsmaîl Hacanî, Perwîz Cîhanî, Abdûrrahman Adak, Dîlan Aydin, Sûltan Yaray, Roza Metîna, Xecê Şen, Roşan Lezgîn, Ferzan Şêr, Qahir Beteyî, Qedrî Yildirim, Şener Ozmen, Remezen Alan û gelek kesên din jî dibin mêvan.
MA/ÊLIH