Alîkarê Serokê Dewletê Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) Joe Biden piştî serdana Bexda û Hewlêrê û hevdîtina bi rayedarên Iraq û herêma Kurdistanê re hate Enqereyê.
Biden di bin ewlekariyeke xurt de çû hotela Sheratonê. Alîkarê Serokê DYA’yê Joe Biden bi Serokomarê Tirk Abdullah Gul re hevdîtinekê pêk tîne. Hate diyarkirin ku wê di hevdîtinê de mijarên PKK û Sûriye bêne gotûbêjkirin. Her wiha, tê diyarkirin ku Qibris jî di rojevê de bê nîqaşkirin.
Şêwirmendên Ewlekariya Neteweyî yê DYA, Tony Blinken der barê serdanê de agahî da û diyar kir ku wê alîkariya ku DYA di tekoşîna li dijî PKK’ê de dide Tirkiyeyê bê axaftin.. Blinken, destnîşan kir ku wê vekirina ji nû ve ya Dibistana Heybeliada, Afxanîstan, têkiliyên Tirkiye-Îsraîl û Tirkiye-Ermenîstanê bêne axaftin.
Ev serdan li rastî êrişên hikûmeta AKP’ê yên li hemberî Kurdan û şidandina danekirinên li ser Îran û Sûriyeyê hat. Û wiha xuyaye ku bazarên nû di parvekirina Rojhilata Navîn de çêdibin.
Ji xwe ji destpêka serhildana gelê Sûriyeyê ve hikûmet tirk xwe ji destwerdaneke muhtemel re amade dike û daxwaza wê ya sereke ew e kul i Sûriyeyê hikûmeteke İslamî ya girêdayî xwe ava bike da ku Sûriyeyê bi rengekî din dîsa bikin welatekî girêdayî Imperatoriya Osmanî ya Nû û daxwaza dion jî ew e ku nehêlin ji bo Kurdan statyuyeke nû were avakirin an jî Kurd bighîjin hin mafên xwe.
Bêguman li vir Amerîkayê jî derbarê Sûriyeyê de pir bi balkêşî tevdigere ji berk u ew welat li ser sînorê Israîlê ye û wekî ku Obama jî di daxuyaniyeke xwe ya dawî de gotiye: Tu hevalbendên me ji Israîlê girîngtir tuneye. Lewre jî Amerîkayê çi ji destê wê bê dê bike ji bo ew rewşa bêaramî bandorê li ser Israîlê neke.

Hewldanên PYD’ê 

Serokê Partiya Yeketiya Demokrat (PYD) Salih Mihemed Muslim derbarê hevdîtinên li Qahîreyê yên navbera partiyên Kurdî de got: „Me li ser yekrêzî û biryara Kurdî li hev kir.“
Salih Muslim ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û  derbarê hevdîtinên li Qahîreyê de got: „Heta niha di navbera aliyê Kurdî de çi nakokî derneketine, lê berevajî wan li ser gelek xalan li hev kirine û yek ji wan jî di destûra Sûriya paşerojê de mikûrhatina li ser gelê Kurd e.”
Derbarê hevdîtinên ku tê çaverêkirin di navbera aliyên muxalefeta Sûriyeyê de çêbibin de Muslim got: „Biryar e, di demek nêzîk de navbera Desteya Hemahengiyê, Civata Nîştîmanî ya Sûriyeyê û Civata Nîştîmanî ya Kurd de hevdîtinek bê sazkirin. Me gelek hewl da ku wekî aliyek girîng di nava muxalefeta Sûriyeyê de mikurhatinek çêbibe.”

Serokê PYD’ê derbarê tevlîbûna PYD’ê ya di Civata Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê de got: “Me heta niha bi awayek fermî meseleya tevlîbûna xwe ya di civatê de nîqaş nekiriye. Lê me got, divê ev civat nûnertiya hemû çîn û tiwêjên gelê Kurd bike û wê di vê derbarê de hevdîtinên me di dema pêş de berdewam bibin.“

ŞAM/ENQERE