Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), di 20’ê Hezîranê de bi beşdariya hezar kesî re kongreya xwe li bajarê Elmanya Dusseldorfê lidar xist. 

Di encamnameya kongreyê de hat ragihandin ku divê endametiya fermî a hemû navendên civakî heta dawiya meha Tîrmehê bê qedandin. 


Kampanyaya endametiyê

Di daxuyaniyê de der barê biryaran de ev agahî hat dayîn: “Ji bo danasîna sîstemên kantonê yên li Rojava ava bûne, hemû navendên civakî bi dost, humanîst, derdorên demokratîk re projeyên şênber biafirînin.  Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Serok Apo, pêşvebirina pêvajoya çareseriya demokratîk û guhertina mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xebateke bingehîn bê meşandin.“


Naskirina fermî ya nasnameya Kurd

Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan ê di civînê de amade bû, diyar kir ku her kesên wan di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de xwe gihandine wan, divê hewl bê dayîn ku bibin endamê NAV-DEM’ê. Ceylan da xuyakirin ku qedexeya li ser PKK’ê jî ji mêj ve wateya xwe winda kiriye û anî ziman ku ev yek li qada navneteweyî bi dengekî bilind tê bilêvkirin û girîng e êdî bê rakirin.

Ceylan anî ziman ku eger NAV-DEM xwe bigihîne girseya weke armanc daniye pêşiya xwe, wê bersivê bide gelek pirsgirêkan û got, „Biryar hat dayîn ku heta dawiya salê 50 hezar kes bibin endamên fermî. Li Elmanyaya ku mîlyonek Kurd lê dijîn, ji bo bidest xistina mafên civakî, çandî, siyasî û hîndekarî, ji bo nasnameya Kurd di asta fermî de bê naskirin divê xebat bên meşandin.“ 


 ANF/DUSSELDORF