Faşîzma AKP’ê bû rojeva Parlamenta Norwêcê. Serokê Partiya Çep Sosyalîst a Norwêcê Aûdûn Lysbakken, ji bo helwesta hikûmeta Norwêcê li ser rewşa li Tirkiyeyê eşkere bike, bang li Wezîrê Karên Derve Borge Brende kir, ku li parlamentê baxive.
Lysbakken girtina parlamenterên HDP’yî bibîr xist û got, “Ev girtin, gaveke ber bi otorîteriyeke mezin a li Tirkiyeyê ye. Piştî hewldana darbeyê ya binketî ya meha Tîrmehê, herî kêm 36 hezar kes hatin girtin. Gelek qenalên televîzyonê û rojnameyên mûxalefetê hatin girtin.” Lysbakken bang li lîderên Ewrûpî jî kir, ku bi rola xwe rabin.
Pêşniyar pirsa li ser girtina parlementerên HDP´yî û xespkirina şarederiyan ji aliyê Parlamenterê Partiya Çep Sosyalıst Bard Vegar Solhjell ve pêşkêşî meclîsê hate kirin.
Ji serkonsolos agahî xwestine
Wezîrê Karên Derve Borge Brende bersiv da pêşniyar pirsê û bang li Tirkiyeyê kir, ku di mijara azadiya ramanê de rewşa xwe ji nû ve binirxîne. Wezîr da zanîn, ku ew bi rêya konsolosxaneyê, dozên li dijî parlamenter û rojnamevanên mûxalîf dişopînin û anî ziman, dema ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hat girtin, wan bang li Serkonsolosê Tirk kirine û agahî jê xwestine.
OSLO