
Hevserokê KNK'ê Tahir Kemalîzade ji ber alîkariya bo Rojavayê Kurdistanê ya partî û rêxistinên beşdarî civînê bûne spasiyên xwe pêşkêş kir û got, "Ev destketiyên ku niha li Rojavayê Kurdistanê bi destketine ne tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê ne, di heman demê de di xizmeta gelê Kurd ê her çar parçeyên Kurdistanê deye. Divê em yek bin, bi yek helwest, yek ruh û yek dengî li dijî êrîşên li emberî Kantona me ya Kobanê rawestin. Berxwedana gelê me ya li Rojava û bi taybet jî berxwedana herî dawî li Kobanê asoyê azadiyê yê hemû gelê kurd."
Heyet çû serdana Tevgera Goran
Di çarçoveya serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de, heyeta Kongreya Netewî a Kurdistan (KNK) ya ji Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Rojan Hazim, Endamê Konseya KNK’ê Refîq Xefûr, Endamê KNK’ê Nasir Resûlî û nûnerê KNK’ê yê Herêma Kurdistanê Xebat Mihemed pêk dihat li Hewlêr çûn serdana Odeya Têkiliyên Derve ya Tevgera Goran. Heyeta KNK’ê li Odeya Têkiliyên Derve ya Tevgera Goran a Hewlêr bi heyeta Goran re hevdîtin pêkanî. Heyeta Goran a di pêşengiya endamê Odeya Têkiliyên Derve yê Tevgera Goran Dr. Mihemed Hacî, Dr. Kawa Omer û Zerdeşt Mela Hesen ve hatin pêşwazî kirin.
Di hevdîtinê de li ser têkiliyên her du aliyan, xebatên KNK’ê û ji nû ve bi sîstemkirina wê hat nîqaş dikin. Herwiha li ser gelek mijarên weke Rojava, Bakûrê Kurdistanê, hilbijartinan û serdana KNK’ê ya ji bo Rojava û vekirina büroya KNK’ê li Qamîşlo hat axaftin.
SILÊMANÎ/HEWLÊR