Li gorî nûçeya malpera Kurdpa, piştî ku nêçîrvanekî gundê Derekî yê devera Sewlawa li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, dest ji nêçîrvaniyê berda û tifenga xwe li ber çavên xelkê şikand, pêlên vê çalakiyê derbasî parêzgeha Kirmaşanê jî bû. Di vê çarçoveyê de, komek nêçîrvanên gundên derdora bajarên Pawe, Ciwanro û Ruwanserê li parêzgeha Kirmaşanî jî dest ji nêçîrvaniyê berdan. Nêçîrvanan kom bûn û tifenên xwe şikandin û biryar dan, ji bo parastina ajal û jîngeha Kurdistanê êdî nêçîrvaniyê nekin.
KIRMANŞAN