Li Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên ji ber qetilkirina du kolberan dest pê kirî, doh di roja sêyemîn de jî dewam kirin. Rejîma Îranê hêzên xwe yên eskerî yên li bajarên Kurdan zêde dike. Li gelek bajarên Rojhilat jî deriyê dikanan nehatine vekirin.  Piştî ku rejîma Îranê 4’ê Îlonê li bajarê Banê yê ser bi Sineyê li Rojhilatê Kurdistanê kolberên bi navê Qadir Behramî yê 41 salî û Heyder Ferecî yê 21 salî qetil kir, di serî de li Baneyê, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên şermezarkirinê dest pê kir. Van çalakiya doh di roja sêyemîn de jî dewam kir. Rejîma Îranê bi rengekî pratîkî Rewşa Awarte li Rojhilatê Kurdistanê ragihandiye.


Rejîm eskerên xwe li Kurdistanê zêde dike

Li bajarê Baneyê, piştî çalakiyên pêr û pitir pêr, rejîma Îranê tevî ku nav lê nekiriye jî li bajêr bi pêkanînên Rewşa Awarte tevdigere. Rejîm hêza xwe ya eskerî ya li bajêr zêde dike. Li her devera bajêr wesayîtên dewriye digerin.

Li pêşiya Qeymeqamiya rejîma dagirker li Banê ku gel li ber wê doh civiya, gelek pasdar û polîs hatine bicihkirin. Wekî din çalakiya gel a girtina dikanan û bikaraneanîna wesayîtan jî dewam dike.


Çalakiya venekirina dikanan 

Li bajarê Merîwanê yê ser bi Sineyê jî, ji roja destpêkê ya çalakiyan ve rejîmê hejmareke zêde esker û endamên Îtlaatê (îstîxbarata Îranê) şandin bajêr. Vê sewqiyatê jî heta saeta amadekirina nûçeya me dewam dikir.

Çavkaniyên ji Merîwanê diyar kirin ku dikanên li Merîwanê girtî ne û hêzeke zêde ya çekdarî ya rejîma Îranê li dora Qeymeqamtiya dagirkeriya rejîmê li Merîwanê hatiye bicihkirin. Her wiha hat zanîn ku hêzên rejîmê li nava kolanan dewriyê digerin.

Li Merîwanê doh jê saet 10:00´an û li bajarê Serdeştê jî saet 09:30’an xwepêşandan  li hemberî zora dewleta Îranê hatin lidarxistin.


Rejîm ji ragihandina li ser xeta înternetê tirsiya

Rejîma Îranê, li navenda eyaleta Sineyê jî ji bo ragihandina gel bibire û nehêle bûyerên li vir diqewimin li cîhanê bên ragihandin, xetên înternetê birrîn. Nûçegihanê me yê li Sinê anî ziman, li gelek cihên bajêr xwe gihandina înternetê ne mumkin e, tenê li çend nuqteyan carinan xeta înternetê li xwe gihandinê vekiriye.

Çavkaniyên bajêr didin zanîn ku li gelek herêmên bajêr jî hêzên rejîmê bi kincên sivîl, di hundirê wesayîtên sivîl ên bi rengê reş de digerin.

Li gorî agahiyan li navçeya Dîwandere ya navbera eyaleta Sinê û bajarê Saqizê, gelek endamên Îtlaatê yên bi kincê sivîl û polîs hatine bicihkirin.


Rejîm neçar ma îdîa dike ku lêpirsîn daye destpêkirin

Waliyê Sinê Ebdulmihemed Zahidî îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û îdîa kir ku li bajarê Banê yê ku sê roj in çalakî lê tên lidarxistin, rewş aram e. Zahidî îdîa kir ku kesên ku kolberên bi navê Qadir Behramî û Heyder Ferecî qetilkirine, hatine binçavkirin û lêpirsîn hatiye destpêkirin.


Çi qewimî bû

Hêzên rejîma Îranê, 4’ê Îlonê li bajarê Baneyê kolber Qadir Behramî û Heyder Ferecî qetilkiribûn û piştî vê komkujiyê gelê Banê li ber Qeymeqamtiya Baneyê li hev civiyabû û deriyê avahiyê şikandibû.

Tevî Baneyê, li Merîwan, Pîranşar, Serdeşt û Sinê jî bang ji bo çalakiyan hatibû kirin û çalakî zêde bûbûn. Li Baneyê di çalakiyên pêr de herî kêm 5 kes birîndar bûbûn û 10 kes jî hatibûn binçavkirin.

Li hemberî van çalakiyan, rejîma Îranê ji hewa û erdê ve hejmareke zêde ya eskerî li bajarên navborî bi cih kiribû û di pratîkê de Rewşa Awarte ragihandibû.

Kongreya Civaka Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) jî bi daxuyaniyeke nivîskî bang kiribû ku piştgirî ji çalakiyên gel ên li Rojhilatê Kurdistanê re bê dayin.

Piştî vê bangê, Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li gundê Sawan ê Baneyê çalakiyek li dijî pasdarên Îranê kirin û di encamê de herî kêm 2 pasdar hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. 


 NAVENDA NÛÇEYAN