Li bajarê Swêdê Orebroyê ji bo Rojava ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe dide û ji bo Rojhilata ku li ber rejîma Îranê rabûye, çalakiya piştevaniyê hate kirin.
Çalakiyên piştevaniyê yên ji bo Rojava û gelên Îranê li Swêdê dewam dikin. Piştî Stockholm, Borlange, Gavle û Goteborgê li bajarê Orebroyê jî Kurdistanî tevî dostên xwe daketin meydanan û dewleta Tirk a dagirker û rejîma Îranê şermezar kirin.
Çalakî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li navenda bajêr pêk hat û bi rêzgirtinê ji bo şehîdên Rojava û şoreşê dest pê kir.
Hevserokê NCDK´a Swêdê Ridvan Altûn li qada çalakiyê got, welatên mêtinger û hêzên împeryalîst ji bo şoreşê bitepisînin bi her şêweyî rêbazên bêexlaq bi kar tînin.
Altûn destnîşan kir ku dewleta Tirk bi destûr û piştevaniya DYE’yê dixwaze Şoreşa Rojava, sîstema demokratîk, ekolojîk û wekhev a gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rake: “Ne hêza dewleta Tirk ne jî hêza rejîma Baes têrê dike ku vê sîstema hesreta mirovahiyê ye, ji holê rake.”
Altûn bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku ji bo Rojava hewldanên xwe yên piştevaniyê xurtir bikin. Altûn piştre got, li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê berxwedaneke mezin li dijî zextên rejîma Îranê dest pê kiriye û raperîna mezin a civakî rejîmê dihejîne.
Di çalakiyê de li dijî dewleta Tirk û Îranê pankart hatin hildan û dirûşm hatin gotin.
ANF/OREBRO