
Rêxistina partiya çep a Elman Die Linke ya eyaleta Saxsonya jêrîn (Niedersachsen), di biwara komkujî û hovîtiya li Kobanê de daxuyaniyek weşand û pê hem wehşeta DAÎŞ´ê şermezar kir û hem jî ji Hikûmeta Elman xwest zextê bike da ku ne li terorîstan rê vebin lê li alîkariyên insanî. Rêxistina Die Linke ya eyaleta Saxsonya Jêrîn yek ji wan rêxistinên partiyê ye ku gelekî elaqedar e bi bûyerên li Kurdistanê re. Dema ku em berê xwe didin hinan ji daxuyaniyên Die Linke, em navekî li binê wan dibînin: Mizgîn Çiftçî. Mizgîn Çiftçî xwendekarekî zanîngehê yê Kurd ê Êzîdî ye û beriya demeke kurt di kongreya Die Linke a eyaleta Saxsonya Jêrîn de weke endamê birêveberiya partiya xwe ya eyaletê hat hilbijartin. Ew di birêveberiyê de berdevkê piştgiriya navneteweyî ye. Me ji Çiftçî pirsî ka wî çima Die Linke bijart, çima elaqedarî siyaseta Kurdistan û Tirkiyeyê ne.
Weke Kurdekî li Elmanya te di nava siyasetê de cihê xwe girt, çima DIE LINKE?
Bi rastî, sebeb gelek in. Lê ger em ser rewşa Kurdan rawestin, ez dikarim vê bibêjim: Berxwedana gelê Kurd ne îro û ne doh destpê kiriye. Berxwedana me sedsalî ye. Lê tu li siyaseta Elman binêrî, tu dibibînî ku her partiyên Elman – ji CDU/CSU û FDP heta SPD û Partiya Kesk – gelê Kurd hertim bi navê terorîzmê ve girêdane û hîn jî girêdidin. Bi tenê DIE LINKE ji roja awil ve digot: Gelê Kurd miletekî bindest ê. Ji her aliyan ve tê perçiqandin, hem dewletên Tirkiye, Suriye, Îran û Îraq, hem ji alîgirên wan ên weke NATO´yê. Û partiya DIE LINKE hertim digot: Ev hovîtiya dewleta Tirkiye li dijî gelê Kurd, bi alîkariya dewleta Elmanyayê pêk tê. Ji ber vê yekê em dibêjin: Divê Elmanya qedexeya PKK´ê rake û ji tifaqa NATO´yê derkeve.
Siyaseta Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo çi te elaqedar dike û partiya te gelo elaqedarî siyaseta Tirkiye û Kurdistanê ye?
Li ku derê şoreş hebe, em li gel wan in. SYRIZA li Yunanîstanê be, HDP li Tirkiyeyê be: Li ku derê şoreşa mirovahiyê hebe, em li gel wan in. Derheqê berxwedana Kobanê û Şengalê de partiya me li kongreya xwe daxûyaniyek weşandibû, me digot: Em şoreşa Rojavayê Kurdistanê silav dikin û dibêjin "Rojava" rojhilata navîn a nû ye: demokratîk e, biratiya gelan e, azadiya jinê ye û li hember dagirkeriya emperyalîstan e.
Li Saxsonya Jêrîn civakeke mezin a Kurd û yeke mezin a Êzîdî heye, siyaseteke DIE LINKE a beramber wan heye?
Helbet pirsgirêkên civakên Kurd û Êzîdî yên taybet hene. Projeyên partiya DIE LINKE derheqa wan de ev in:
Divê nasnameya gelê Kurd wek nasnameyeke serbixwe li eyaleta Niedersachsenê bê qebûlkirin. Li hemberî prensîpên întegrasyonê ye ku dewleta Elmanyayê Kurdan ne weke Kurd, le weke Tirk, Ereb û Fars bi nav dike. Her wiha, lazim e ku Êzîdiyatî wek baweriyeke serbixwe bê qebûlkirin.
Divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ji her zaroka Kurd re li eyaleta Niedersachsenê hebe. Em van mafên mirovahî ji Êzîdiyan re jî dixwazin. Divê her zaroka Êzîdî ferî baweriya xwe li dibistanên fermî bibe.
Divê Kurdolojî û Êzdînasî wek beşên zanistiyê li zanîngehên Niedersachsenê hebin, û mamosteyên Kurdî û Êzîdî yên siberojê li wê derê bên perwerdekirin.
Divê êrîşên dewletê li dijî rêxistin, meş û komelên Kurd li Niedersachsenê rawestin. Divê eyaleta Niederschsenê alikariyê bide mal û komelên Kurd, ji ber ku ev mal malên tifaq û aştiya civakê ne. Divê malên olî jî (mizgeft, malên Elewiyan û Êzîdiyan) bên destekkirin. Divê bajarên mezin ên Niedersachsenê yên weke Hannover, Oldenburg û Göttingenê bibin bajarên hevalbend (Partnerstadt) ên bajarên Kurdistanê û alîkariya xwe ya sîvîl ji Kobanê û Şengalê re xurtir bikin. Divê eyaleta Niedersachsenê mafê penaberiyê bide pênaberên ji Kobanê û Şengalê, û kerkesa ku dixwaze bê Elmanyayê.
DIE LINKE li ser serketina HDP´ê di hilbijartinên 7´ê Hezîranê yên li Tirkiyeyê daxuyaniyek da? Aliyên ku dikin hûn ji serketina HDP´ê kêfxweş bibin çi ne?
Li Tirkiyeyê 7´ê Hezîranê cara yekem, partiyeke demokratîk li parlamentoya Tirkiyeyê cî girt û hemû hindikahiyên Tirkiyeyê bûne xwedî biryar. HDP hemû gel û baweriyên Tirkiyeyê hembêz dike. Em dikarin bibêjin, HDP motora demokratîzekirina Tirkiyeyê ye. Çawa ku "Rojava" jiyaneke nû li Rojhilata Navîn diafirîne, HDP şoreşeke civakî li Tirkiyeyê pêk tîne. Bala xwe bidinê: Beriya bi 25 salan hemû Êzîdiyên Tirkiyeyê ji ber neheqiyên olî ji welatê xwe koçber bûne, di pasaportên wan de dewletê "dînsiz", yanî bê bawerî, nivîsandiye, îro xuşka Feleknas bi sembola Tawisî Melek li parlamentoya Tirkiyeyê sûnd xwariye. Ev rojeke dîrokî ye ji bo hemû şoreşgerên dinyayê!
Gelo hîç fikr û projeyên we yên hevkariya bi HDP´ê re hene?
Ji bo hilbijartinên Tirkiyeyê me pişgiriya xwe ji bo HDP´ê diyar kir. Ji bo roja hilbijartinê jî gelek hevalan xebata çavderiyê kir. Wek partiya DIE LINKE em hêvîdar in ku hevkariya me bi HDP´ê re xurttir bibe û belkî, HDP siberojê bibe partiya nû ya hevalbend a DIE LINKE. Çepgirên Ewrûpayê ("Eurpäische Linke") jî, tifaqa hemû partiyên sosyalîst li Ewrûpayê, heta îro gelek civîn bi Demîrtaş re pêk anîne. Ji ber vê yekê, baweriya me xurt e, em ê siberojê jî bi hev re bixebitin.
Weke pirseke derveyî mijarê, Şoreşa Rojava, Berxwedanên Kobanê û Şengalê di nava ciwanên DIE LINKE-Niedersachsen de çawa tên minaqeşe kirin?
Ji bo ciwanên me îro sê şoreş hene ku heviyên wan ên cihaneke nû, demokratîk, biedalet û azad, pê ve giredayî ne. Li Ewrûpayê berxwedana SYRIZA li hember kapîtalizmê, li Emerîkaya Latînî şoreşên Bolîvya û Vênezûêla li hember emperyalîzmê û li Rojhîlata Navîn berxwededana gelê Kurd li hember hovitiya DAIŞ´ê. Bi taybetî, şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi ciwanên me re zêde weke şoreşeke fêmînîst, yanî jinparêz tê minaqeşekirin. Em bi hemû hestên xwe bi berxwedana Kobanê û Şengalê re ne. Li gorî dîtina me hemû nirxên mirovahiyê li wê derê têne parastin.
Ji hemû ciwanên Kurd re ku li welatê xerîbiyê dijîn, ez dixwazim wek peyva dawî vê bibêjim: Herçiqasî hûn ji welatê bav û kalan dûr jî bin, herçiqasî hûn Ewrûpayê wek mala xwe ya nû bibînin jî, ti carî êş û birînên gelê xwe ji bîr nekin, tevlî tifaqê bibin û xebatê bimeşînin.
LUQMAN GULDIVÊ