Grevên birçîbûnê berî ku ji girtiyan kes jiyana xwe ji dest bide, bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.  Girtiyan bi çalakiya xwe xwest deriyê aştî û azadiyê ku ji hêla rayedarên AKP’ê ve kîp hatiye dadan, hinekî vekin. Lê di serî de Tayîp Erdogan, rayedarên dewletê  nexwestin deriyê çareseriyê vekin. Girtî gihaştin qonaxa xeternak û ji wê qonaxê jî derbas bûn. Di encamê de  Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi birayê xwe re hevdîtinek pêk anî û banga bidawîkirina çalakiyê kir. Li ser vê bangê girtiyan dawî li çalakiya xwe anî.
Belê, çalakiya birçîbûnê bi dawî bû, lê di warê çareseriya pirsgirêkan de helwesta rayedarên dewletê neguherî. Ew hê jî li ser gotina xwe ya berê ne anku benîştê xwe yê genî bi qirçeqirç dicûn; qala çekdanînê û penaberbûnê dikin.  Heke wisa be van çalakiyan xizmeta çi kir?
Helbet xizmeta aştî û çareseriyê kir. Kurdan hem bi destpêkirina çalakiyê, hem jî bi kutakirina wê, hêz û biryardariya xwe nîşanî her kesî da. Piştî banga birêz Ocalan gotûbêj û gengeşiyên der barê çareseriyê de gurtir bûn. Vîn û îradeya gelê Kurd a di warê aştî û çareseriyê de zelaltir diyar bû. Her wiha di vî warî de muxatab jî zelal û ronak bû. Êdî her kes dibîne û dibêje ku ji aliyê Kurdan bi tenê birêz Ocalan dikare şer bide rawestandin û deriyê çareseriyê veke.
Lê belê ji aliyê dewletê ve vîn û daxwaza çareseriyê xuya nake. Rayedarên dewletê hê jî deng nabin xwe û naxwazin ji bo çareseriyê nexşeriyekê diyar bikin. Ew di polîtîkayên şer û pevçûnê de pîkoliyê dikin. Tiştê ku li ber çavan û her kes bi çavên serê xwe dibîne,  helbet ji hêla rayaderên dewletê ve jî tê dîtin.  Êdî ew nikarin bi kuştin û girtinan bi Kurdan gavê bi paş de bidin avêtin.  Qonaxa ku Kurd gihaştinê êdî qonaxa azadiyê ye. Lewre jî dûr -nêzîk  ew ê jî mafê Kurdan ên bingehîn û rewa bipejirînin. Lê ew nikarin dev ji helwesta xwe ya kevneperest berde, her wiha bernameya navneteweyî ku di asta Rojhilata Navîn de dimeşe jî nahêle ku  rayedarên Tirk bi tena serê xwe gavekê bavêjin. Lewre divê em jî mijarê di asta Rojhilata Navîn de bifikirin.
Di asta navneteweyî  îro li ser Rojhilata Navîn bernameyek tê meşandin. Pergala herêmê ji nû ve tê avakirin, di nava vê pergala nû de her hêz û kom li gorî hêz û rêxistinbûna xwe, li gorî şiyan û şekirina xwe dê cihê xwe bigire. Kurd jî li gorî hêz û şiyana xwe dê cihê xwe bigirin.
Di destpêka sedsala 20’an de herêm di qonaxeke wiha re derbas bû. Lê Kurd ne pêkhatî bûn. Hişmendiya neteweyî qels û lawaz bû.  Hişmendiya eşîrî li pêş bû. Rêxistina Kurdan nîn bû. Desthilatiya şêx û axayan li ser Kurdan hebû. Ligel vê yekê jî Kurdan li dijî vê çarenûsa reş li ber xwe da. Lê dîsa jî hêza wan têrê nekir, hêzên baladest ên cîhanê Kurd hêjayî maf û azadiyê nedîtin.
Lê îro rewş cuda ye, di asta navneteweyî de digel hinek metirsiyan jî êdî stêrka Kurdan geş e. Gelê Kurd êdî hêza herî çalak a Rojhilata Navîn e. Li her çar parçeyan jî Kurd birêxistin in; derfetên girîng bi dest ketine.  Lê hê jî yekgirtin û yekîtiyeke neteweyî holê nîn e. Lewre jî hêzên navneteweyî dixwazin nakokî û dubendiyê bixin nav Kurdan, wekî berê wan li dijî hev bi kar bînin.  Niha li herêmê du bere pêk hatine; bereya îslamîstên sunî û îslamîstên şîa. Her du alî jî dixwazin Kurdan ji xwe re bikin destik û bi kar bînin. Lewre jî divê Kurd berjewendiyên xwe esas bigirin û bi hêzên çewsandî yên herêmê re bereyeke demokratîk ava bikin. Lê berî vê divê konferansa xwe ya neteweyî li dar bixin û kongreya xwe ya neteweyî ava bikin.