Rojhilatê Elmanya nobet dewr girt
Nobeta Azadiyê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, ji aliyê komeke girseyî ya ji eyaletên rojhilatê Elmanyayê ve dewr hate girtin.
Nobet ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourgê, Fransayê dest pê kir, 319 hefte ne ku bi rengekî bê navber dewam dike.
Hefteyê heft rojan, ji danê sibehê heta êvarê, ji bo azadiya Ocalan nobet tê girtin.
Çalakgerên vê hefteyê 10 Kurdistaniyên ji eyaletên Sachsen û Sachsen-Anhaltê yên rojhilatê Elmanyayê ne. Komê roja Yekşemê dest bi nobetê kir. Nobetdarên vê hefteyê welatparêzên ji bajarên Leipzîg û Dresdenê yên eyaleta Sachsenê û ji bajarên Magdebûrg û Halle yên eyaleta Sachsen-Anhaltê çûne cihê çalakiyê.
Kom ji welatiyên bi navê Kerem Gok, Aslihan Çetîn, Mediye Çelîk Kûrt, Selahattîn Ozçelîk, Norşîn Ozçelîk, Veysel Çetîn, Newal Çetîn, Amara Aydin, Kasim Osman û Kanîwar Alkhaled pêk tê.
Ewrûpa ne li gorî pîvanên xwe ye
Li ser navê çalakgeran daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, “Em ji saziyên Ewrûpayê dixwazin ku li gorî qanûn û pîvanên xwe tevbigerin û ji bo berjewendiyên xwe, pîvanên xwe binpê nekin. Li vê derê avahiyên Konseya Ewrûpayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) hene. Ewrûpa timî bi çanda xwe ya demokrasiyê pesnê xwe dide. Em jî ji wan dixwazin xwedî li berpirsyarî û pîvanên xwe derkevin. Ev yek jî mafê me yê qanûnî ye.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê hefteyekê ji gelan re qala girîngiya nêrîn û azadiya Ocalan bikin û bang li Kurd û dostên wan ên li Ewrûpayê hate kirin ku bi şîara ‘Azadî ji Ocalan re’ destekê bidin çalakiyê.
Nobetdarên hefteya bihurî jî koma ji Danîmarkayê bû. ANF/STRASBOURG