
Rejîma Îranê beriya bi sê rojan du kolberên Kurd qetil kirin. Bi vî rengî jî rojên cejnê li Rojhilatê Kurdistanê veguherandin şînê. Li ser vê yekê di serî de xelkê Bane, tevahiya xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji pêr ve li dijî van êrîş û komkujiyên rejîmê çalakiyên nerazîbûnê li dar dixe. Rejîmê li gelek cihan dest werda çalakiyan. KODAR´ê jî banga tenênehiştina xelkê Rojhilatê Kurdistanê kir.
Rejîma Îranê hem di warê aborî de gelê Rojhilatê Kurdistanê feqîr dike û neçarî kolberiyê dike, hem jî li ser axa wî, bi awayeke sîstematîk ferdên wê qetil dike. Rejîma Îranê beriya bi sê şevan di roja 3’yem a cejna haciyan de li bajarê Bane yê ser bi parêzgeha Sineyê, du kolberên Kurd qetil kirin. Kolberê bi navê Qadir Behramî yê 41 salî û Heyder Ferecî yê 21 salî ji aliyê rejîma Îranê ve hatin qetilkirin. Li ser vê yekê gelê Rojhilatê Kurdistanê ji pêr ve li ser piyan e û çalakiyên nerazîbûna ji rejîma Îranê li dar dixe.
Li Bane û seranserê Rojhilat
Li gorî agahiyên çavkaniyên me yên herêmî, çalakiyên nerazîbûnê yên pêr li Bane destpê kirî doh jî dewam dikin. Girse li ber Biryargeha Eskerî ya Banê kom bû, xwest têkildarî nerazîbûnên xwe daxuyaniyekê bide. Piştî çalakiya gel a li vê derê agir bi avahiyê ket, lê li ser sedema derketina şewatê hîna jî agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, rejîma Îranê hêzeke zêde ya çekdarên xwe sewqî herêmê kiriye.
Rejîma Îranê êrîşê xelkê kir
Bi her halî, li Banê di dema xwepêşandanên doh de çekdarên ser bi rejîmê, gule li xelkê reşandin û alozî dijwartir bû.
Hêzên serbazî yên Îranê ku xwe weke hêza ‘Dijî tevlîheviyan’ bi nav dike û weke yekîneyên taybet yên li dijî çalakiyên li meydanan tên zanîn, bi awayekî dijwar êrîşê xwepêşenderan kir.
Li hember vê jî welatiyên di xwepêşandanê de xwe bi dar û keviran parast. Di encama êrîşa hêzên rejîmê de şer û aloziyê rûda. Li gorî agahiyên ji Baneyê heta saeta amadekirina nûçeya me jî aloziyê dewam dikir.
Li Mêrîwanê çalakî wê hebe
Li aliyê din hat ragihandin ku niştecihên Merîwanê jî ji bo piştgîriya bidin xelkê Banê di kêliyên amadekirina nûçeya me de meşekê li dar bixe, û rêxistinên cemawerî banga beşdariya van çalakiyan kir.
Aktîvîstên sivîl ên li bajarên Serdeşt û Pîranşarê ku li eyaleta Urmiyê ne jî, bang li gel kir ku çalakiyan li dar bixin.
KODAR´ê xwest xelkê Rojhilat Bane,û Merîwanê tenê nehêle
Têkildarî xwepêşandana welatiyên Kurd li bajarên Bane, Serdeşt û Merîwan, doh Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan (KODAR) daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya KODAR’ê de siyaseta Îranê ya ji bo bêdengkirina welatiyên Rojhilatê Kurdistanê hat şermezarkirin û ji welatiyan hat xwestin ku piştgiriya xwepêşandana gelê li Bane, Serdeşt û Merîwanê bikin.
KODAR´ê got, “Siyaseta Hikûmeta Îranê ya ji bo bêdengkirina dengên mixalif ên hundir, lihevkirina li gel derve, rewşa siyasî û civakî ya navxweyî ya Îranê bi giştî têk biriye. Vê hiştiye ku her cûre êşkence û zextê li welatiyan bike. Bi vê yekê re ji bo bêdengkirina gel, însiyatîfeke bê sînor daye hêzên desthilatdar û nijadperest.”
KODAR’ê îşaret bi qetilkirina kolberan kir û got, “Kolberên Kurd sembola îradeya gelê Kurd in ku xwe radest nake û li hemberî wan çok danaynin, şerefa xwe û civaka xwe diparêzin.”
KODAR di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên kolberên qetilkirî re xwest û got, “Em wek KODAR daxwazên welatiyên bajarê Bane, Serdeşt û Merîwanê weke daxwazên rewa dibînin û piştgîriya wan dikin. Her wiha ji gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet jî ji bajarên ser sînor daxwaz dikin ku piştgiriya gelê Bane, Serdeşt û Merîwanê bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN