Serdana Serokê DYE´yê Donald Trump ji bo Erebistana Siûdiyê û hevdîtina bi “rêvebirên” cîhana Îslamî re, nîşana amadekariya şerekî mezhebî yê demdirêj û tirsnak e. DYE´yê hewl dide nakokiyên mezhebî yên sunî û şîiyan ji bo stabîlekirina rewşa xwe ya hundir û parastina terazûya navneteweyî bi kar bîne. Bi gotineke din, ew ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatên Ereb yên Sunî bi Iranê re, ne amede ye mudaxeleyeke lihevhatin û aştiyê bike, lê ew hewl dide vê pirsgirêkê “îdare” bike (Crisis Management). Ango wê li gorî berjewendiyên xwe bi rê ve bibe. Eniya ereb jî, di serî de Erebistana Siûdî û ji bo pirsgirêkên xwe yên hundir binixumîne, deriyê demokrasiyê û beşdarbûna gel a di rêveberî û sazkirina dewletê de bigire, ew berê xwe dide derve û hewl dide “şerekî” man û nemanê bi derve / Îranê re biqewimîne.
Siyaseta DYE´yê ya heyî li ser bingeha sûdwergirtina ji hemû nakokiyan dimeşe, bi taybetî yên li Rojhilata Navîn. Ev konsept ne bi hatina Trump pêk hat, lê wek stratîjiyeke bilind ya dewletê beriya çend salan diyar bû. Nîşanên vê siyasetê Serokê berê Barack Obama, di hevdîtina xwe ya dirêj de ya bi kovara (The Atlantic) re diyar kir. Li gorî vê siyaseta nû, DYE dê careke din mudaxeleyeke eskerî ya yekser li welatên Ereb û cîhana Îslamê neke. Ew ê her weha “hevalbendên” xwe nema bê şert û merc li himberî gef û metirsiyan biparêze. Eger van “hevalbendan” doza parastin û alîkariyê li DYE´yê kir, divê ev yek li himberî buhayekî mezin be. Ango, heger Erebistan Siûdî doza alîkariya DYE´yê li himberî Îranê bike, divê ew çekan bi sedan milyar dolar bikire! Ev yek di serdana dawî ya Trump ji bo Riyadê de diyar bû. Welatên Ereb yên Sunî xwe ji bo şerekî mayinde li himberî Îranê amede dikin. Bi vê yekê re hêviyên çareseriyê li Sûriye, Yemen û Iraqê kêm dibin. Jixwe, bi kirîna çekên bipêşketî, Erebistana Siûdî wê zêdetir bi xwe bawer bibe û hewl bide vî şerê heremî bi rêya şidetê çareser bike yan jî li gorî xwesteka xwe bi rê ve bibe.
DYE siyaseta xwe ya qonaxa nû nîşan kiriye. Ew nema mîna berê hewceyî petrola Ereban e. Ew niha petrola xwe (Oil shale) bi xwe hildiberîne. Her weha ji bo dorpêçkirina Çînê, ew hêzên xwe yên eskerî û baregehên stratejîk dewrî herêma Deriya Zer dike. Ji bo şerê terora Îslamî jî, ew nema mudaxeleyeke eskerî ya yekser mîna li Iraqê sala 2003´an dike, lê bi rêya amedekirin û destekdayina hêzên eskerî yên lokal û bikaranîna belafirên bê pîlot (Drone) hewl dide hêza teror û terorîstan bi sînor bike û wan bê bandor bihêle. Bi vê yekê re, nema eskerên xwe dişîne heremên şer û nema jiyana wan dixe tehlûkeyê û bi milyaran dolar ji bo “ewlekariya” dostên xwe xerç dike.
Li herema Rojhilata Navîn hêviyên demokratî û azadiyê kêm dibin. Ihtîmala şer û pevçûnên di navbera mezheb û gelan de zêde dibe. Bi vê yekê re pêla koçberiyê jî dê xurtir bibe û dibe ku rewşa hundur ya gelek welatan, di nav de welatên Ewrûpa jî bête tevlîhevkirin. Rast e ku agir dê dûrî DYE´yê be, lê dê gelek dost û hevalên wê pê bişewitin. Atmosfêra şer û koçberiyê dê çend nifşan dûrî xwendin û perwerdeyê bike. Nifşên şer dê derbixe holê. Ev nifş jî dê ji bo teror û belavkirina hizrên tûndraw bibin alav û destek. Projeya Kurdan ya biratiya gelan û netewa demokratîk berovajî projeya şerê mezheb û baweriyan e. Ew projeyeke çareserkirina pirsgirêk û nakokyan e. Ew çareseriyê ji hêza heyî derdixe û mudaxelyeke derve red dike. Ji ber hindê, ev proje dê ji aliyê wan hêzan ve ku sûdê ji rewşa şer û geşkirina nakokiyên olî û mezhebî werdigirin, neyê qebûlkirin. Di serî de dewleta Tirk dê hewl bide vê projeyê bi taybetî jî federaliya Rojava bifetisîne. Divê Kurd xwe li gorî vê qonaxa nû eyar bikin. Divê Kurd ji tevahiya cîhanê re tecrûbeya xwe ya azadî û bihevrejiyanê pêşkeş bikin. Divê tevahiya cîhanê zanibe ku tecrûbeya Neteweya Demokratîk, ya parastina nasnameyên hemû ol û neteweyan, ya parastina mafê jinê û têkbirina terorê, alternatîfa konsepta şer ya li Rojhilatana Navîn serdest e û dimeşe.
Rojava dikare bibe mînak ji bo tevahiya herema Rojilata Navîn. Eger rojekê ev şer biqede yan jî cîhan li çareseriyekê bifikire, divê modela Rojava li ber çavan be. Heta wê demê, divê Rojava li himberî hemû metirsiyan, di serî de dewleta Tirk û DAIŞ´ê, baş bête parastin.