Nifşên nû dê ji fêkiyên wê xwe xwedî bike, bi tendurîstî. Wê ew dar dara azadiya xaka Kurdistanê be ku timî bi felsefeya Rêbertî bê avdan. Mirovên herî pîroz, kamil û gihiştî ku di her peyveke wan de ji xwe şerm bike dîroka tarî, wê pêş bixin gelê xwe.”

Şervanên azadiyê yên bi hemû qutsiyeta dayik û bavên pîroz hatin mezinkirin, ber bi çiyayan ve dema bi rê diketin ser bilind bûn. Bi şîrê helal ê dayikê bi keda herî pak a bavan mezin bubûn û di nav tevgereke herî bilind de cih girtibûn da ku jiyanê veguherînin cewhera wê. Yek ji wan jî gerîllaya kurd Canan Susenbak bi nasnav  Rojînda Ada bû. Rojînda ku piştî  hesreteke mezin xwe gihandibû Gabarê bi hevaleke xwe re nameyekê ji hevalên xwe yên ku li pey xwe hiştine re dinivisîne:  
Bi vî awayî  me fêm kir ku heta îro ne tenê yên dimînin; ên diçin jî  bi qasî yên dimînin di nav hesretan de ne. Ji ber encam dibe veqetîn, çûyîn jî û mayîn heman tişt e. Lê belê, hatina van xakên ku kurdan cewhera xwe lê parastiye û li ber xwe daye bi qasî Kurdistan, ji bo têkoşîna me jî ku wek kelehekê ye dilê me hênik dike.  Di encam de em niha li Gabarê ne. Em li bajarê Egîd û Erdalan in. Tu tiştek û tu cih bi qasî Gabarê xweşikiya keda mirov nikare nîşan bide. Dibe ku me behsa kêm tiştan kir û tiştên me dîtin çend dilopên ji deryaya me ne. Em dixwazin di tîbûna xwe de têra xwe vexwin.  Em dikarin bêjin ku welatê herî xweşik ê vê cîhanê welatê gerîllayan e. Tenê ev welat û me dixwest em bi Rêbertî û tevayî gerîllayên xwe re ligel hevdu bûna. Em şervanên hêviyê ne.  Silav û hezkirinên Apoyî.”
Gerîllaya kurd Rojînda, di sala 2007’an li Çirav a Botanê di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Hevaleke wê ya têkoşînê wiha behsa jiyan û têkoşîna Rojînda dike: “Rojînda, bi eslê xwe ji Amedê, zarokeke ji malbatek karker bû. Ji ber pirsgirêkên aborî ji Amedê koçî metropolên Tirkiyeyê kiribûn. Lê dîsa jî keçeke kurd a Amedî bû. Kurdbûna wê dibû sedem ku êşên gelê xwe hîs bike. Dibe ku di nav bîranînên wê de, lîstik û pevçûnên zarokên Amedê tune bûn, lê ruhê îsyanê timî ligel hebû. Hesreta xwe ya ji bo Rêbertî, hêrsa xwe ya li hember komployê bi awayê ‘Nameyên ji Rêbertî re’ timî dinivîsand.  Di yek ji nameyên destpêkê de wiha nivîsandibû:  ‘Cara yekemîn e, ez dinivisînim. Bi heyecan im, min pêwîstî dît. Bi rastî jî pir pêwîstiya min heye. Ez zanim mîna min bi hezaran kes dinivisînin. Lê, ez zanim Tê bixwînî. Ji ber tu timî ji lêgerînên min re bûyî bersiv. Bi çûna te re me rojên bi zehmet derbas kir.’”


YEKTA ŞOREŞ