
Civaka Êzîdî doh 12’ê Kanûnê dest bi “Rojiya Êzî” kir û piştî rojiya 3 rojan, roja înê wê Cejna Êzî pîroz bikin.
Li tevayiya cîhanê, civaka Êzîdî 3 rojan li ser hev ango sêşem, çarşem û pêncşemê vê rojiyê digire. Di van her sê rojên pîroz ên diyaneta Êzîdiyan de kesên rojî digirin, ji berbangê hetanî êvarê xwe ji xwarin û vexwarinê qut dikin. Civaka Êzîdî di roja çaran de ango piştî her sê rojên rojiyê, Cejna Êzî ango “Cejna Rojiya Mezin” pîroz dike. Îsal cejna Êzîdiyan li gorî salnameya Kurdî rastî 15’ê Kanûnê tê.
NAVENDA NÛÇEYAN