
Xwedeiyê Îmtiyazê û Midurê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat ê berê Vedat Kurşun ê ku cezayê wî yê ji 10 salan pêk tê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin hate sirgûnkirin. Kurşun ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê di 10’ê tîrmehê de sirgûnî Girtgîheta Tîpa E ya Gîresûnê hate kirin. Sedema sîrgûnê nehate zanîn. Balkêş e ku Kurşûn berî rûnişitina wî ya di dozeke din de ya di 17’ê tîrmehê de hate sirgûnkirin.
AMED
Navê Hafiz wê bijî
Şaredariya Surê, navê Rojnamevanê Rojnameya Ozgur Gundemê ku di 8'ê Hezîrana 1992'an de li kûçeya Amedê bi şiklekê kujerê wê nediyar hate kuştin, da kuçeya ku li wir jiyana xwe jidest daye.
Şaredariya Surê bi biryara meclîsê navê Rojnamevanê Rojnameya Ozgur Gundemê ku di 8'ê hezîrana 1992'an de li kuçeya Amedê bi şêwazek kujerê wî nediyar hate kuştin, da kuçeya ku li wir jiyana xwe jidest da ye. Di nava wan de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Cigira Hevseroka BDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlementerên BDP'ê Sabahat Tuncel, Nursel Aydogan, Ertugrul Kurkçu, Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, Rojnamevan Metîn Yegîn jî hebûn gelek kes beşdarî vekirinê bûn. Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, axivî û diyar kir ku ji şehîdên çapemeniyê re deynê wan yê wefayê heye. Demîrbaş, da zanîn ku armanca wan rojnamevanan a tekane ew bû ku rastiyan derxîn in holê. Demîrbaş, bibîrxist ku Hafiz Akdemîr dema peywira xwe dikir, ew ji malê hate derxistin û li vê kûçeyî hate kuştin. Demîrbaş, anî ziman ku ew Akdemîr û hemû şehîdên çapemeniyê bibîr tînin. Piştî Demîrbaş, Hevseroka Giştî ya BDP'ê û hevala Hafiz Akdemîr, Gultan Kişanak jî diyar kir ku ev biryara ku endamên şaredariyê girtiye, dê bibe biryareke hefizeya civakî bi hêz bike û şehîdên çapemeniyê bide jiyandin e. Kişanak, anî ziman ku heke Hafiz bijiyana belkî ew qas bûyerên kujerên wan nediyar pêk nehatina. Kişanak, wiha got: "Lewma weke çapemeniya azad dê hemû bûyerên qirêj derxistina holê. Rojnameya Ozgur Gundem rojnameyeke cara yekemîn dengê Kurdan derdixist bû, hê me heyecana wê dijî Hafiz hate qetilkirin. Bi vê re jî şehîdê xwe yê yekemîn da. Di dilê me de şopek kûr hişt ev cînayet."
Piştî axaftinan, Kişanak, Kurkçu û Demîrbaş tabelaya navê Hafiz Akdemîr daliqandin.
AMED