CÎHAD HEWRAMÎ/ROJNEWS / HELEBCE

 

Di çend salên dawî de li Herêma Kurdistanê gelek rojnameger ji ber sedemên ne diyar hatine qetilkirin û dosyeyên wan di dadgehan de, bê ku bigihîjine encamekê,  rawestîne. Her wiha heta niha kujerên wan qetilkirinan nehatine eşkerekirin. Der barê vê yekê de rojnameger Hesen Mihemed û Cîhad Ehmed axivîn û îşaret bi dadgehên hizbî kirin û gotin, “Ji ber ku dadgeh hizbî ne, kujerên rojnamegeran nayên eşkerekirin.

Têkildarî mijarê rojnamegerê bi navê Hesen Mihemed got, “Li Herêma Kurdistanê azadiya rojnamegeriyê ketiye asteke metirsîdar. Rojnameger rastî êrîşê tên, tên qetilkirin û êşkence li wan tê kirin. Bi hemû awayan mafê wan tê binpêkirin. Piştî qetilkirinê ji bo dîtin û cezakirina sûcdaran, dosye tê vekirin. Lê heta niha ti ji wan dosya bi encam nebûne.”

Mihemed anî ziman ku ji ber bi hizbîbûna dadgehan, gelek zehmet e ku kujerên wan kiryaran werin eşkerekirin û got: “Ji ber ku partiyên serdest li Herêma Kurdistanê ku sucdarin, dixwazin bi wan dosyane dengê azad bê deng  bikin. Her wiha dadgeh jî nikarin ji derveyî berjewendiyên wan partiyane biryarekê bidin.”


Rewş rojnamegeran aloztir dibe

Mihemed bûyerên nehatî zelalkirin bi bîr xistin û wiha pê de çû: “Gelek dosyên qetilkirina rojnamegeran yên wek Soranî Mame Heme, Serdeşt Osman, Kawe Germiyanî, Wedat Hisên û gelek rojnamegerên din, heta niha di dadgehan de bê encam, tên ragirtin. Kujerên wan qetilkirinan jî heta niha nehatine eşkerekirin. Ev zêdetir rewşa rojnamegeran metirsîdar û aloztir dike.”

Têkildarî heman mijarê rojnamegerekî din ê bi navê Cîhad Ehmed jî got: “Rojnameger û ragihandin ji bo gihandina rastiyan ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê, faktoreke gelekî bi hêz e. Lê mixabin roj bi roj rewşa rojnamegeran xirabtir û aloztir dibe, ber bi metirsiyê ve diçe. Rojnameger tên qetilkirin, bê rêzî li hember wan tê kirin û gef li rojnamegeran tên xwarin.”Ehmed anî ziman ku desthilatdariya hizbî li Herêma Kurdistanê dest daniye ser hemû aliyên jiyanê û got, “Bi taybetî meydana rojnamegeriyê. Pêwîst e dosyeyên qetilkirina rojnamegeran ji aliyê saziyên ewlehiyê û dadgehan ve bîtin bi encam kirin, lê mixabin ew jî di bin desthilatiya hizban de ne.”