Polîs û leşkeran li ber deriyê salonê tedbirên awarte girtin. Kesên ketin salonê bi kuçikên perwerdekirî û leşkeran ve yek bi yek di lêgerînê re derbas bûn. Ji bo şopaninê tenê rojnamegerên karta wan a zer hebûn hildan hundir. Serokê Komîsyona Şopandina Azadiya Çapemeniya Tirkiyeyê û Parlementera Ewropayê û Wekîlê Polanya yê AP'ê Jaroslaw Walesa, Hevserokê Parlementoya Parastina Tirkiye ya Ewropayê Helene Flautre û endamên komîsyonê, Serokê Konseya Çapemeniyê Orhan Birgit, Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Birtane, Wekîla BDP'ê ya Îdirê Pervîn bûldan û parêzerên rojnamegeran amade bûn.

Bi 'Ez li vir im' dest pê kir 

Danişîn bi tesbîta nasnameyan dest pê kir. Rojnamegeran bi Kurdî "Ez li vir im", rojnameger Evrim Kepenek bi hemşinî û Murat Eroglu û jî zazakî bersîv da. Rojnamegeran zimanê xwe yê zikmakî bersiva Seroke dadgehê da. Fatma Koçak, Nîlgun Yildiz, Semiha Alankuş, pirsa heyetê bi bersîva "Bersiv nadim û  werger dixwazim" dan.
Nûnerê DÎHA’ê yê Enqereyê Kenan Kirkaya, der barê greva birçîbûnê ya li girtîgehan xwest mafê axaftinê bigire. Lê Serokê Dadgehê Alî Alçik bersiva berdewama greva birçîbûnê tune ye da. Li ser vê helwesta Alçik, rojnameger Kirkaya got ku hemû kesên ji vê dozê tên darizandin ji bo parastina zimanê zikmakî û tecrîda li Îmraliyê ketine greva birçîbûnê. Alçik mudaxaleyî Kirkkaya kir û li ser vê yekê Kirkkaya got "Tu yê li me guhdar neke. Mirov hatin sînorê mirinê" û bertek nîşan da. Prz Gulizar Tuncer jî rabû ser piyan û got "Hûn neçarin mafê axaftinê bidin. Tiştekî wisa nabe" û bertek nîşanî Alçik dan. Alçik jî xwest bi zorê Kirkaya derxin derve. Li ser vê yekê rojnamegeran bi lêdana çepikan bersiv da Alçik û salon terk kirin û dawiyê parêzer jî salon terk kirin. Heyeta dadgehê îdianame ji xwe û dîwarên salonê re xwend.

Ji 12ê Îlonê wêdetire

Parêzeran ku salona terk kirin li ber avahiya dadgehê daxuyanî dan çapemeniyê.  Prz. Ercan Kanar diyar kir ku tu cudahiya darizandina niha ji ya 12'ê Îlonê tune ye. Prz. Zuleyha Gulum da zanîn ku ji ber helwesta dadgehê biryara nekevin danişînê girtin û wiha got: "Daxwaza me ya sereke parastina bi zimanê zikmakî ye. Em helwesta dadgehê qebûl nakin." Hate zanîn ku bi fermana dadgehê daxaza şekir û xwê ya girtiyên rojnameger yên ketine greva birçîbûnê tê astengkirin.

DÎHA/STENBOL