22’yê nîsanê roja rojnamegeriya Kurdî ye, di serî de li hevalên rojnameger ên girtî, li hemû rojnamegerên Kurd pîroz be. Rojnamegeriya Kurd ji 1898’an bi vir de wekî qadeke têkoşîna azadiyê û parastina nasnameya Kurd hebûna xwe didomîne. Di 1898’an de Mîqdat Mîthat Bedirxan ji ber pest û pêkutiya dewleta Osmanî li Qahîreyê rojnameya xwe derxist. Di destpêka sedsala 20’an de li Stenbolê, piştre li Silêmanî, Şam û Bêrûd û Êrîvanê dengê Kurdî berz bû. Dezgehên ragihandinê ne tenê civak hişyar dikir, her wiha ziman û çanda me jî di van saziyan de dihatin parastin û pêşvebirin. Bala xwe bidin xebatên Celadet Bedirxan, Tewfîq Wehbî û Erebê Şemo û gelek hevalbendên wan. Van kesan di kovar û rojnameyên xwe de bingeha rêziman, rastnivîs û alfabeya Kurdî danî û têkûz kir. Kurdan xebatên xwe yên ragihandinê pirî caran li derveyî welêt, carinan li ser çiyayên Kurdistanê, hin caran di girtîgehên dagirkeran de, bi gelemperî jî di mercên dijwar de meşandine. Di salên 1990’î bi dehan rojnamegerên Kurd hatin kuştin, îro bi dehan rojnamegerên Kurdî girtî ne. Li gel vê jî têkoşîn ranewestaye û her roj bi guherînên li cîhanê re geş bûye û bi pêşketiye. Haci Qadirê Koyî digot: Zemane resmî caranî nemawe/Çiraxî nazim û munşî kujawe/Le dewrî ême roman û cerîde/ Egerçî meqsed e, zanînî baw e ...
Îro êdî ligel berhemên nivîskî ku wekî çapemenî tê binavkirin, navgînên ragihandinê yên nû derketine. Radyo û televîzyon di ser peykan re deng û rengê Kurdan li seranserî cîhanê belav dikin. Her wiha înternetê jî wekî qadeke nû ya ragihandinê serî hildaye. Êdî digel çend rojname û kovaran, bi dehan radyo û televîzyonên Kurdî yên esmanî hene. Ji bilî wê jî gelek malperên bi zimanê Kurdî hene. Ligel van tiştan Kurd êdî di qada ragihandina civakî de jî gelekî çalak in. Niha dema ku bûyerek diqewime raya giştî êdî li ser facebook, twitter û hwd. pê dihese. Ji ber vê yekê em dikarin bi dilekî geş û xweş bibêjin ku stêrka Kurdî û ragihandina Kurdî geş e. Bala xwe bidinê berî çend salan hebûna Kurdan dibû dabaşa gengeşe û gotûbêjan, lê îro êdî kes vê yekê nîqaş nake. Niha nîqaş li ser statûya Kurdan e. Her wiha li parçeyekî Kurdistanê Kurd jixwe bûne xwedan statû û dewletbûna wan di rojevê de ye. Li parçeyên din jî gel li ser piyan e û destkeftinên şênber ên Kurdan hene. Di warê hişmendiyê de jî guherîn pir in. Kurd êdî wekî berê bi hişmendiya hoz û eşîran tevnagerin. Hişmendiya neteweyî, çanda demokrasiyê pêş dikeve; li hemberî desthilatiya zilam têkoşîna azadiya jinan û li dijî wêrankeriya hawirdorê jî hişmendiya ekolojîk bi pêş dikeve.
Di ronîbûna civaka Kurd de rist û peywira dezgehên ragihandinê zêde ye. Dezgehên ragihandinê û rojnamegerên Kurd tevî hemû kêmiyên xwe jî ji roja derketina Rojnameya Kurdistanê bi vir de li dijî nezanî û xizaniyê şûrê zanîn û azadiyê dihejînin. Rojnamegerên Kurd îro ji berê zêdetir divê hişyar bin, karên xwe de berjewendiyên neteweyî û daxwazên hevpar ên mirovahiyê li ber çavan bigirin. Îro li me hemû kesên ku dinivîsin ferz e ku em li hevalên xwe yên girtî xwedî derkevin, dengê wan bigihînin cîhanê û doza azadiya wan bikin. Bi vê bîr û baweriyê ez dubare roja rojnamegeriyê li hemû rojnamegerên Kurd pîroz dikim.