
Şervana QSD’ê ya Ingilîz Kimmie Taylor a bi navê şervan Zîlan Dilber, beriya tevlî nav refên QSD´ê bibe, weke rojnamevan li çar aliyên dinyayê geriyabû. Ji Efrîkayê heta bi Çînê çûbû. Dema ku ji bo şoreşa li Rojava bişopîne û li ser wê binivîse hat li Rojava rawestiya, biryar da tevlî nav refên QSD´ê bibe di nav Operasyona Azadkirina Reqayê de. Ew vê yekê wiha îfade dike: “Ez ji bo azadkirina jinên di destê DAİŞ’ê de dîl hatine girtin, tevlî nav refên şoreşê bûm.”
Pêşî fêrî Kurdî bû
Şervana Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) ya ji Ingilîstanê, Kimmie Taylor a bi navê şervan Zîlan Dilber, par ji bo xebatekê 10 rojan hat Rojava, piştî li welatên Efrîka, Çîn û gelek welatên cîhanê geriya, dawiya dawi dîsa hat Rojava û tevlî Operasyona Pêngava Azadkirina Reqayê bû. Dilber dibêje, dema hat Rojava di destpêkê de di qada civakî de xebat meşand û li Rojava çû Saziya Ziman a Kurdî û fêrî Kurdî bû. Niha jî tevlî nav refên QSD’ê bû û di hamleya Operasyona Xezeba Firatê ya ji bo Azadkirina Reqayê de cih girt.
Wekî rojnamevan hat
Dilber a 27 salî dema li Ingilîstanê bû rojnamevanî dikir. Çû Efrîka, ji wir çû Emerîkaya Latîn û ji wir jî berê xwe da Çînê. Di ger û geşten xwe de çavderiyên xwe nivîsand. Di destpêka 2016’an de ji bo 10 rojan hat Rojava û xwest der barê Şoreşa Rojava de binivîse. Dilber têkildarî gera xwe ya 10 rojan got: “Ez par 10 rojan ji bo behsa Şoreşa Rojava bikim, hatim vir. Lê piştî ku ez hatim vir hemû fikr û jiyana min guherî. Têkoşîn û xebata jinê ya ji bo civakê bandor li min kir. Piştre min biryar da bêm li vir bimînim. Min di heman demê de li Inlgilîstanê li ser navê rêxistinên sosyalîst rojnamegerî ji dikir. Di çarçoveya rojnamegeriye de ez çûm Efrîka, Emerîkaya Latîn û Çînê. Li her derê hişmendiya kapîtalîst serdest bû. Mirov nikaribû bêhn bistenda.”
Pratîk û teorî bi hev re
Dillber, diyar kir ku li ser axa Sûriyeyê fikrek gelek mezin hatiye çandin û got: “Li welatên din teorî heye. Lê teorî û pratîka li Rojava tiştekî pirr dewlemend û serketî ye. Ev pratîk bandorê li ser fikr û jiyana mirovan dike. Vê pratîk û jiyanê kir ku kela canê min rabe. Ez fêrî Kurdî bûm û dikarin xwe îfade bikim. Piştî ez fêrî ziman bûm min di nava civakî xebat kir.”
Dilber dide zanîn ku malbata wê jî bi biryara wê kêfxweş bûye û wiha dewam kir: “Bi taybetî bavê min kêfxweş bû. Dema ez bi telefonê bi bavê xwe re axivîm, pirr kêfxweş bû. Min behsa jiyana vir jê re kir. Min kelacanê xwe jê re got. Herî dawî ji min re got, şoreşê li wir fêr bibe û were li Ingilîstanê jî şoreşê bi pêş bixe û pêk bîne.”
Têkoşîna ji bo azadiya jinê
Dilber dibêje, şervanên jin en Rojava tên şopandin û da zanîn ku ji bo DAÎŞ’ê li paytexta wê bişkînin û bajêr û xelê wê azad bikin operasyon hatiye destpêkirin û ew jî ji bo jinên dîl ji destê DAİŞ’ê azad bike tevlî nav refên şoreşa Rojava bûye. Dilber dibêje, ji bo ku bibe bersîva pirsa ka Bîrdoziya Jinê çi ye, ew beşdarî operasyonê bûye. Dilber gotinên xwe wiha bi dawî dike: “Baş e ev şoreş heye û ez beşdar bûm. Li vir pirr kêfxweş im.”
DÎHABER / REQA