Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriye (ENKS) di 7’ê mijdarê de li bajarokê Çilaxa li dijî zimanê Kurdî xwepêşandanek lidar xist. Piştî vê xwepêşandanê dezgehên çapemeniyê yên nêzî PDK’ê xwestin ku rastiya heyî berovajî bikin û tewambariyên cuda cuda li hêzên Asayîşê bikin. Di nûçeyên van dezgehên çepemeniyê ku belav kirine de, hin nûçegîhanên ajans û rojnameyan tên tehdîdkirin. Televizyonên nêzî PDK’ê di 8’ê mijdarê de wêneyên nûçegîhanê ANHA’yê Azad Sifo û nûçeghînê Rojnameya Ronahî Îsam Ebdullah weşandine û wan xistine gilovereke sor. Ev television van nûçegîhan wekî endamên Asayîşê bi nav dikin.
Di malperên tevna civakî de hin kesên nêzî PDK’ê ev wêne bikar anîn û herdu nûçegîhan tehdîd kirin û gef li wan xwarin. Herdu rojnamevan Azad Sifo û Îsam Ebdullah xwepêşandan ku ENKS’ê lidar xistibû dişopandin. Bi wan re kartên ku dezgehên wan ên çapemeniyê îsbat dikin, hebûn.
ANHA/GIRKÊ LEGÊ