Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê ragihand ku di nava meha Gulanê de 2 rojnamevan hatine girtin, doz li 9 rojnamevanan hatiye vekirin, êşkence li du rojnamevanan hatiye kirin û hejmara rojnamevanên girtî bi vî awayî gihîştiye 105 kesî.
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) “Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamevanan a Meha Gulanê” bi daxuyaniyek nivîskî belav kir.
DFG’ê diyar kir ku di meha Gulanê de 6 rojnamevan xistine nezaretxaneyê û 2 jê hatine girtin.
DFG da zanîn ku meha Gulanê li dijî 3 rojnamevanan êriş pêk hatine û der barê 4 rojnamevanan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û derbarê 9 rojnamevanan de jî doz vebûye. 16 rojnamevan hatine darizandin û li girtîgehê êşkence û muameleya xerab li 2 rojnamevanan hatiye kirin. Li 3 rojnameyan cezayê îlan û reklamê hatiye birîn û RTUK’ê cezayê sekinandina weşanê daye 3 saziyên medyayê.
DFGʼê got, ew ne xerîbê vî resmê binpêkirina azadiya rojnamevanan ne û destnîşan kir ku AKP-MHP dixwaze modela rojnamevaniyê ya li gorî xwe çêke û ji ber şewba vîrûsa koronayê jiyana rojnamevanên girtî di xetereyê de ye.
ANF/AMED