Komîsyona Ragihandinê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di bin navê ‘Di netewebûn û dahatûya gelan de rola medyayê’ konferansekê lidardixe. Her wiha, dê di konferansê de balê bikişînin ser rojnamevanên Kurd ên li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê girtî ne jî.
Konferansa Medya Kurd, yekemîn car li Ewropa tê lidarxistin û ji çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa, rojnamevan, nivîskar û rewşenbîr di Konferansê de amade dibin.

Peyama rojnamevanên girtî 
Ji sedema ku di pêvajoya amadekariya Konferansê de, 36 rojnamevanên Kurd li Bakurê Kurdistanê hatin girtin, beşdarbûna wan pêk nehat. Bi vê mebestê Komsiyona ragihandinê, Konferansa Medya Kurd, li ser navê rojnamevanên hatine girtin, li dar dixe. Li ser navê rojnamevanên girtî jî, Parlamenterê BDPê û rojnamevan Adîl Kurt beşdarî Konferansê dibe û ewê peyamên rojnamevanên girtî ragihîne raya giştî.
Konferansa Medya Kurd, li Kolna Almanayayê, di 28’ê Çileyê 2012’an de, li salona Konferansan ya Jugendherberge Köln-Riehlê, navnîşana -An der Schanz 14 50735 KOLN tê lidarxistin.

Bernameya konfransê 
Konferansa Medya, demjimêr di 09.30’an de dest pê dike û rojekê berdewam bike. Ji bilî axaftivanan nîqaşên li ser heman mijaran jî, wê werin kirin. Konferans, bi desteka Saziyên weke Enstutiya Kurd a BurkselÊ, Enstituya Kurd a Kolnê, Yekîtiya Xwendekarên Kurd li Elmanya, Konfederasyona Komeleyên Êzdiyan li Ewropa tê lidarxistin. Moderatoriya rûniştinên Konferansê, ji aliyê Memo Şahîn, Harem Kamal Khosheed, Kakşar Oramar, Xeyrî Bozanî, Salah Khıdır ve tê kirin.

Beşdarên konferansê

Rojnamevanên axaftinên li ser mijarên di çarçoveya di netewbûna gelê Kurd de rola medya bikin; Amed Dicle, Faysal Dagli, Samî Erguşî, Guney Aslan, Khalil Khudhur Mashko al Haraqi, Mizgîn Bîngol, Dilêr Akreyî, Medeni Ferho, Heso Hurmî, Qamer, Huseyin Elmali, Mahmud Onder, Azîz Ogur, û nûnerên rojnameyên Rûdaw, Yenî Ozgur Polîtîka, Le Mond Dîplomatîk Kurdî, cih digirin.


Armanca konferansê 

Amadekarên Konferansê, destnîşan kirin ku gelê Kurd, bi giştî di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Di vê pêvajoya dîrokî de, li Rojhilata Navîn, dizaynkirineke nû tê kirin. Di vê dizaynkirina nû ya herêmê de, rol û miyoneke giring ya gelê Kurd jî heye û wek aktorê sereke derketiye holê. Bi vê mebestê, rol û misyoneke dîrokî û giring dikevê ser milê Medya Kurd jî. Di sedsala bîstûyekê de, medya di dahatuya gelan de, bûye heza yekemîn û pêwiste Medya Kurd jî, bi vê rol misyona xwe, bi binbarî û berpirsiyariya xwe rabe û misyona xwe bîne cih.”

Konseya Rojnamevanên Kurd...

Komîteya Amadekar diyar kir; “Di vê pêvajoya ku rojnamevanên Kurd, bi komî têne girtin û bi armanca veşartina kiryarên faşîzan yên li dijî gelê Kurd, dengê medya Kurd û alternatîf tê qut kirin de, lidarxistina Konferansa Kurd giring e. Bi vê mebest,ê me xwest, Medya Kurd, rojnamevanên Kurd, bi xwe rewşa xwe dibin çavan re derbas bikin û di vê pêvajoya dîrokî de, rol û misyona xwe nîqaş bikin û bigihin encamekê. Pêwiste rêxistiniya xwe dibin yek sîwanê de; bi beşdariya tevahiya medyaya Kurd ya Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava, Ewropa, Mexmur, Ermenîstan û Rusya sazkar bikin û rol û misyona xwe ya neteweyî, bi awayekî profesyonelî bilîze. Eger dikaribe, Konseya Rojnamevanên Kurd jî sazkar bike.”

'Mîsyona bingehîn yekîtiya neteweyî ye'

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Bi pêkanîna vê Konferansê, armanca sereke jî, helbet pêşengiya pêkanîna yekîtiya neteweyî ye. Medya Kurd, bi zimanê xwe, dikare kultura rojane, edebiyata jiyana rojane û berhemên nirx û pîroziyên çapemeniyê sazkar bike, Li dijî şerê tabet yê li dijî Kurd jî. wek alternatîfa çapemeniya muxalif jî, bi hêztir û bandortir derbikevê meydanê. Pêwiste Medya Kurd nebe amûrê destê dijmin û misyonertiya kultur û îdeolojiyên li dijî hebûna gelê Kurd neke. Di aliyê rêxistiniya neteweyî û navneteweyî de, berdevkiya gelê xwe bike û misyona pêkanîna yekîtiya neteweyî bigire ser xwe.” n ANF/KOLN