Rojnamevanên Kurd ên li Ewropayê di sazî û dezgehên çapemeniya netewî û Ewrpayî de dixebitin ji bo guftûgokirina rewşa çapemeniya Kurd û pêvajoyê roja Şemiyê li Kolnê dicivin. Komcivîna guftûgoyê ji aliyê Înîsiyatîfa Yekîtiya Rojnamevanên Kurd ên li Ewropayê ve hatiye organîze kirin. Înîsiyatîfê ragihand ku kombûna bi navê "Civîna Guftûgoyê ya Berfireh' bi mabesta di nava rojnamevanên Kurd de afirandina hestên hevbeş û komkirina li derdora hedefên hevpeş pêk tînin.

Hat hînbûn ku di civînê de diyalog û têkiliya di navbera saziyên ragihandinê û rojnamevanên Kurd ên li Ewropayê dijîn wê were guftûgo kirin û ji bo pêşxistina têkiliyan tiştên werin kirin wê werin nîqaş kirin.  Her wiha di komcivînê de tevî lêgerîna rêbazên têkilî û diyalogekek bi tenudirstî di navbera rojnamevanên Kurd û saziyên pîşeyî yên ragihandinê de û meşandina hevkarî û xabatên hevbeş jî plansazî wê were amade kirin.
Komcivîna rojnamevanên Kurd a 30'ê Adar a 2013'an roja Şemiyê saet di 11:00'an de li navnîşana  "Alte Feuerwache; Melchiorstrasse 3 / Köln." wê were lidarxistin.   Tê payin nûnerên saziyên ragihandinê yên Kurd ên li Ewropayê û Kurdistanê û rojnamevanên Kurd ên li Ewropayê bi xurtî tevlî komcivînê bibin. 

KOLN