Rojnamevanên li Nisêbîn, Cizîr, Silopiya, Şirnex, Kerboran û Farqînê li pey nûçeyan e, zor û zehmetiyên derdikevin pêşiya wan ji ANF’ê re vegotin.
Kameramanê ÎMC TV Refîk Tekîn, li Cizîrê dema nûçe dişopand ji ber guleyên ji maşîna zirxî bi ser gel de hatin reşandin, birîndar bû. Nûçegihanê ANF’ê Sedat Sûr û nûçegihanê DÎHA’yê M. Zekî Çîçek jî şerê bajêr ê li Kobanê bi hev re şopandibûn. Niha jî şerê li bajarên Bakurê Kurdistanê dişopînin. Nûçegihana JINHA Zehra Dogan jî li bajarên bi mehan e dor li wan hatine pêçandin, rojnamevaniyê dike.
Li pişt wesayita cenaze beziya…
Nûçegihana JINHA’yê Zehra Dogan ku li Silopiya û Cizîrê wehşeta di dema dorpêçiyê de hatin kirin şopand diyar kir, li herêmê şerekî kirêt heye û da zanîn ku ew berxwedana li vê derê gelekî dişibîne berxwedana Kobanê. Dogan got, “Li Kobanê berxwedaneke destanî hat nîşandan. Çend mirovan xwe gihandin mîlyonan û ji nava wan gelek fermandar derketin. Di berxwedana Cizîrê de jî heman tişt hebû. Ciwanên ku rahiştibûn tivinga nêçirê ya bavê xwe li taxên xwe nobed digirtin. Armanca wan xwerêveberî bû. Lê belê êrîşeke ewçend giran li hemberî wan hat kirin, van ciwanan niha YPS îlan kirine û ragihandin ku wan rêxistineke çekdarî ava kirine. Hejmara wan jî bi qasî ku ne kêm e, heye. Ji tecrûbeyê xwe yên beriya niha, mirov dikarin bêjin ku her êrîş zêde bû, hejmara wan jî wê zêde bibe. Rastiya gelekî ku li dijî şerê kirêt li ber xwe dide derdikeve holê.”
Kobanê bû tecrûbe
Nûçegihanê ANF’ê Sedat Sûr da xuyakirin, ku di mehên havînê de wan li qadên xwerêveberiyê dest bi şopandina nûçeyan kirin û got, “Yek ji cihên destpêkê xwerêveberî lê hat ragihandin Farqîn bû. Di destpêkê de me hewl dan bikevin nava taxan, lê belê sekvanan bi roj nehiştin. Lê di berxwedana Kobanê de tecrûbeyên me hebûn, bi şev me xwe berdan nava taxan. Ji xwe diviyabû me wêne û dîmenê Farqînê bikişanda. Medya hawiz di wê demê de nûçeyên welê çêdikin, ku mîna li nava navçeyê artêşeke mezin heye û operasyoneke leşkerî tê lidarxistin. Di nava navçeyê de me dît ku ji bilî gelê Farqînê, ti berxwedêr tinebû.”
‘Berxwedêr ji tiştekî natirsin’
Nûçegihanê DÎHA’yê M. Zekî Çîçek da zanîn, ku ew demeke dirêj e li qadên xwerêveberiyê nûçegihaniyê dike û şahidiyê ji berxwedana gel re dike. Çîçek got, “Min li herêma Botanê û Nisêbînê berxwedan şopand. Bi pêşengiya dayikan, jinan berxwedanek heye. Berî sê rojan li Silopiyayê bûm û min ew rewşa hilweşandî dît.
Min şahidî ji Roboskî re kir, gelek nûçe li ser komkujiyên li gelek gundan çêkir, lê ya ku niha tê kirin wehşetek hemûyan derbas dike. Lê belê mirov niha li pişt bendan bi rêxistinî li ber xwe didin. Min ji çalakiya dayikên ku li Hezexê li tenekeyan dixistin û maşînên zirxî ji taxên xwe qewirandin re, şahidî kir. Berxwedaneke ku ji tiştekî natirse, nîşan didin.”