Rojnameya Dêrsim ku bi weşana muxalif tê zanîn û cih dide hemû bîr û baweriyan, ket 3 saliya xwe. Rojname ku Xwediyê Îmtîyazê û Midûrê Karê Nivîsê Îsmaîl Yildiz ji doza "KCK'ê" girtî ye, li Dêrsim, Stenbol, Amed, Îzmir, Eneqer û Ewropayê xwe di gihîne xwendevanên xwe. Endamê Lijneya Weşanê Huseyin Ayrilmaz, anî ziman ku 2 sal li pey xwe hiştin û di van 2 salan de rastî gelek zext û zordarî hat. Ayrilmaz, anî ziman ku Midûrê wan Îsmaîl Yildiz hate girtin û wiha got: "Li aliyekî pirsgirêkên aborî, li aliyê din tunebûna nûcegîhanan wan dixe nava zahmetiyê. Wekî berî li rojnameyê xwedî derketin kêm e. Rojnameya Dêrsimê, bi armanca polîtîkayên qirêj û bişaftinê defîşre bike weşanê dike. Ji bo ku em çand, bawerî, ziman û nirxêr Dêrsimê biparêzin me rojname derxist. Em bi zaravayê Kurdî yê Kurmancî û Kirmanckî li ser malperên înternetê weşanê dikin. Em di rojnameyê de jî bi zaravayên Kurmancî û Kırmanckî ziman zindî dihêlin.
DÊRSIM