Hejmara 3'yemîn a Rojnameya Bajarname ya ku mehê carekê tê weşandin derket. Rojnameya Bajarname berê tenê ji rûpelek dihatine derdixistin û ji bo kafe û resturanta dihate amadekirin, niha bi daxwaza gel bi 12 rûpelan tê weşandin. Rojnameya Rajarname ji sedî 90 bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî pêktê. Midûrê Rojnameya Bajarnameyê Mustafa Yeşîl anî ziman ku armanca wan a amadekirina rojnameyê û belavkirina wê ji bo gel bi hêsanî agahiyên ji çand û hûnerê bigire ye. Yeşîl, da zanîn ku 3 kes di rojnameyê de dixebitin û hemû rojnameyê amade dikin û wiha got: "Dahatina rojnameyê zêde tuneye. Em piranî bê pere belav dikin. Em dixwazin ev rojname bigihîje gelê Kurdistanê û Rojavayê Tirkiyeyê."
AMED