Rojnameya ku ji 16 rûpelan pêk tê û rojê nêzî 5 hezar hêjmar tê belavkirin, li ser babetên siyasî, civakî, çandî, jin, werjîş, tenduristî, aborî û jîngehê weşanê dikin.
Rojnameya WAR ku di Çileyê 2009'an de bi piştgiriya Waliyê Bajarê Duhokê ve dest bi weşanê kir, 3 salin bê navber û bê astengî rojane xwerû weşana Kurdî dike. Rojnameya ku hefteyê 5 rojan tê çapkirin û 2 rojan jî dikeve betlanê tenê li navçe û bajarê Duhokê nêzî 5 hezar hêjmar tê belav kirin. Rojnameya ku ji 16 rûpelan pêk tê, li ser babetên siyasî, civakî, çandî, jin, aborî, tenduristî, werzîş, nûçeyên rûtin, edebî û wêje de lêkolîn dike û weşanê dike. Di rojnameyê de nêzî 60 rojnameger dixebitin û her rûpelek berpirsiyarekî wê heye. Rojnameya ku Midûrê Nivîsê Serokê Meclîsa Bajar a Duhokê Dr. Fadil Omer dike û xebatkarên wê saet di navbera 16-20'an de karê nizampaş û rûpelsaziyê diqînin. Berpirsiyarên rûpelan gelek caran bi xwe derdikevin li nûçeyan digerin. Nêzî 15 nûçegîhanên rojnameyê hene û tenê li nava Duhokê 4 nûçegîhanên rojnameyê hene. Rojnameya ku di navbera 4 saetan de karê wê yê rûpelsaziyê diqede, saet di 24'ê şevê de li Duhokê tê çapkirin.
Rojnameya ku hemû piştgiriya xwe ji Walîtiya Duhokê digire û li avahiyek nû û fireh xebata weşanê dike, xwerû bi Kurdiya tîpên erebî tê nivîsandin. Rojname li ser malpera înternetê jî bi navnîşana "http://www.rojnamawar.com/index_lat.php" weşanê dike bi tîpên latînî û erebî weşanê dike.
Berpirsiyarê rûpela 7'an ku li ser mijarên rojevê û germ radiweste Zêrevan Doskî li ser kar û barê rojnameyê agahî da. Doskî, anî ziman ku Rojname girêdayî hikûmeta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) weşanê dike û heta niha tu carî rastî sansurê û astengiyan nehatiye. Doskî, destnîşan kir ku rojname li ser hemû mijarên rojevê û civakê radiweste û hewce be rayedar û erkdarên bajar jî rexne dike û li dijî nelirêtî, binpêkirina mafan û bêhiqûqiyê nûçeyan çêdike.
Doskî, da zanîn ku ku li Duhokê 2 rojnameyên rojane xwerû Kurdî tên çapkirin hene û yek jê WAR e û ya din jî Evro ye. Doski, daxuyand ku berê Evro heftane dihat çapkirin û wiştî wan di Çileyê 2009'an de dest bi weşanê kir, rojnameya Evro jî derbasî çapa rojane bû. Doskî, destnîşan kir ku ji ber li Duhokê rojên În û Şemiyê rojên betlanê ne, rojname van 2 rojan nayê çapkirin. Doski, bibîrxist ku her tim dibin dengê rastiyê û bêyî rastî astengî û pirsgirêkan bê hem rexne dike û hem rastiyê ronî dike.
DÎHA/DUHOK