Rojnameya Azadî ji sala 2004'an heta niha di xeta sosyalîst û welatparêz de weşanê dike û di kervana 'çapemeniya azad' de cih digre. Edîtora rojnamê Soner Çîçek der barê armanc û naveroka rojnameyê de axivî. Çîçek, diyar kir ku tekoşîna welatparêziyê bi sosyalîstbûnê armanc dikin pêk bînin û naveroka rojnameya Azadî jî li ser vê yekê tijî dibe. Çîçek, bilêv kir ku 8 salin ji bo vê yekê têdikoşin û ji ber muxalîfê pergalê ne xebatkarên wan rastî gekek zor û zahmetî tên. Çîçek, da zanîn ku li hemberî desthilatdariyê û dewletê tekoşîn zor e û wiha got: "Çapemeniya kurd vê rastiyê gelek baş dizane. Ji 2004'an heta niha gelek endam û xebatkarên me hatine girtin û binçavkirin. Ev jî vê rastiyê aşkere dike."

Dozgeriya Sêwerekê biryara komkirinê da
Çîçek, destnîşan kir ku çapemeniya azad li erdnigariya kurdan pêşketinên mezin bi dest xistiye û ev bi ked û zahmetiyek mezin gihiştiye îro. Çîçek bal kişand ser pêkanînên li ser çapemeniya kurd tê meşandin û wiha berdewam kir: "Bê gûman li gor çapemeniya kurdan astengiyên em dijîn zêdetir mutevazî ye. Bîranînên şehîdên çapemeniya kurd ji bo me jî dibe mîhenk û sedema tekoşîneke mezin. Cîhan Karaçol jî, ji bo rojnamê kedeke mezin daye û niha di zindana Sîncanê de ye. Girtiye rojnameya Azadî Sitki Gungor jî ji ber vê yekê hate girtin. Dozgeriya Komarê ya Sêwerekê derbarê hêjmara cotmehê ya rojnameya Azadîyê de biryara komkirinê da. Lê tû astengî nikare têkeve nava me û gel."

Afirandineke Kolektîf
Çîçek, derbirî ku ew rojname bi awayeke kolektîf çap dikin û li her bajarê komîsyoneke wan heye û wiha pêde çû: "Ev komîsyonên me geşedanên bajarê lê dijîn tînin rojeva navenda me û bi vî awayê Azadî pirsgirêka pirî cihan dikare bigihine hev. Azadî ji mehê careke dertê û 3 rûpelan ji bo rojevê vediqetîne. Ji bo jinê, ciwanan û nameyên ji gel tên jî rûpelên sereke hene."

Çavderiya jinê...
Endamê MYK yê ya Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) û niviskara rûpelê ya jinê Fethîye Ok jî da zanîn ku hewceye jin bi pênûsa xwe azadiya xwe binivise û Azadî jî ji bo vê yekê jinê re mîsyoneke dide û wiha got: "Dema nîqaşa 'Şoreşa jinê' diqewimî Azadî roleke sereke da ser milê xwe û jin jî di nav de gelek cih digrin." Ok, destnîşan kir ku Azadî dixwaze bi çavderiya jinê derkeve û dîroka jinê bi destê jinê bide nivisandin.

Dê hejmara rûpelên kurdî zêde bibe
Ok, diyar kir ku her hejmarê wan de rûpelên kurdî ji hene û di demên pêş te dê hejmarên kurdî jî dê zêde bibin.

Rojnameya Azadî ji 16 rûpelan pêk tê û Ayhan Yener, Ozgûr Kîraz, Hasan Çandir, Mustafa Nacî Toper û Soner Çîçek jî edîtorya ya wê de cih digrin.

DÎHA/AMED