Berxwedan jiyan e...
Zarokên keç di kîjan temenî de be bila bibe alîkariyê didin dayikên xwe. Ji ber şert û mercên giran zarokên kur jî alîkariyê didin dayikan. Hemû bi hevre taştê amade dikin. Piştî erdhêjê xizaniyê jî dest pê kir. Li ser sifreyê xwarin kêmin. Ji bilî penêrê Wanê û zeytûnan tiştek tueye. Li ser taştê sohbet tên kirin. Di sohbetan de bi taybetî erdhêj heye. Der barê şîdeta erdhêjde texmînan dikin. Bi taybetî jî behsa nehatina alîkariyan tê kirin û her wiha diyar dikin ku ew tenê hatine hiştin.
Cade hu kolan rengîn dibe
Piştî taştê mêr ji bo kar dertên deve. Zarok jî lîstikan dilîzin. Piştî erdhêjê jiyan nû bi nû zindî dibe. Hin kes dimeşn, di li dukanên vekirî danûstendinê dikin, hin li kar digerin û hin jî di dora aliyê de disekinin. Cadeya Wanê ya herî Qelebalin a Cumhuriyetê her diçe qelebalixtir dibe. Esnaf malên xw ji dukanê derdixin û li kolanê difiroşin. Rojnameger li kolanan li pey dîmenane. Kesên tespîta xesarê dikin, bi amûrên xwe digerin. Kahwe dije dibin û hemû roja mêran li kahweyê derbas dibe.
Jin dest bi paqijiyê dikin
Jin jî beşeke dema xwe bi paqjiye derbas dikin. Xalî û kîlim carna tên hilweşandin û caran jî geziya ceyranê tên paqijkirin. Di vê navberê kal û pir jî li derve digerin. Jin bi bîdonan avê tînin. Di rê de agahiyan bi hev re parve dikin. Xwarin, paqijî, firak û şuştina cilan bi vê av êtê kirin. Piştî paqijiyê jî dest bi amadekariya xwarina nîvro tê kirin.
Roj diçe ava kolan vala dibin
Jiyana derve cihê xwe hêdî hêdî dide bêdengiyê. Piştî roj diçe ava her der bê deng dibe. kolan û cade tarîne û ji kuçik û pisîkan re dimîne. Kesên ku dora alîkariyê de mane, an dest vala tên mal, an jî bi pakêtek biçûk tên. Kal û pir betanî diavêjin ser xwe û bi vî awayî xwe ji sermayê diparêzin.
Di menûya xwarina êvarê de, girar, meqarne, şorbe heye. Ger ev jî tunebe, dîsa taştê tê kirin. Malbat piştî xwarinê televîzyonê vedikin û nûçeyan guhdarî dikin. Çay tê çêkirin. Bûhara ava çaydan li kon belav dibe. Di sohbetan de dîsa erdhêj û çima alîkarî nehatiye dayîn tê nîqaşkirin.
Kêfa çayê...
Keyfa çayê dest pê dike. Ji ber ku çanak j imalê ne anîn, CD’yên şkeçên Kurdî didin ser û temaşe dikin. Kal û pir jî tevli van dîalogên bi coş û kêf dibin. Zarok jî aliyekê çayê vedixwin û li aliyê din jî bi hev re sohbetan dikin. Ji bo sobe netemire jî heta derengiya şevê texte û komir tê xistin.
Heta serê sibehê nobet
Saet bi vî şeklî derbas bikin. Dema saet berbi 23.00 dibe, dengê çekan tê. Erdhêjzede ji ber hatina dizan, radibin û li dora kon digerin. Piştî nîvê şevê mêr diçin serê kolanê û nobetê digirin. Agir tê pêxistin û di saetên diyarkirîde bi dewrdayîma konan nobet tê girtin.
GULER CAN / ARÎF ASLAN - DÎHA/WAN