
Komplogerên navnetewî hene
Hozat bi van gotinan dema beriya komkujiyê nirxand; "Mîna ku her kes dizane agirbesta 8. di dawiya sala 2010'an de qediya û dûre pêvajoyeke berfireh a şer destpê kir. Salên 2011 û 2012'an salên şerê herî dijwar ê dîroka têkoşîna me bû. Bi pêngava şerê gel ê şoreşger re gerîla gelek qadên Botan û Zagrosê xist bin kontrola xwe. Berxwedana gel berxwedana zîndanê temam kir, Bakurê Kurdistanê veguherî qadeke mezin a berxwedan û raperînê. Dîsa li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê rewşeke nû derket holê, Sûriye ket nava şerekî mezin ê navxweyî. Kurdên li Rojava ji şerê li Sûriyeyê û belavbûna sîstema netewe-dewlet a dîktatoriya Baas sûd wergirt û şoreş kirin. Komkujî û komploya Parîsê li demeke bi vî rengî rasat hat. Komploya Parîsê komplo û êrîşeke li dijî pêvajoya çareseriyê ya gengaz e. Lewma, ev yek dewama komploya navneteweyî ye. Hêzên ku komploya navneteweyî kirin û yên ku ev komkujî kirin, heman hêz in. Dewleta paralel a li Tirkiyeyê di navenda vî karî de ye."
Dewleta paralel asteng e
Hozat da xuyakirin ku ne pêkane ku mirov ji bo Tirkiyeyê behsa dewleteke bi tenê bike û diyar kir ku dewletên paralel li ser siyasetê xwedî bandoreke girîng in û got, "Li Tirkiyeyê ji bilî dewleta fermî, dewletên paralel hene. Mesela cemaeta Fetûllah Gulen dewleteke paralel e. Dewletên paralel xwedî têkiliyeke cidî ya hevpar a berjewendiyan e. Hiqûqeke fermî, destûra bingehîn a fermî ya dewletên paralel nîne. Artêşeke wan a fermî ya tê dîtin jî nîne, lê belê ji ya fermî bêtir xurt û bi hêz in. Hêzên mîna Daîreya Şerê Taybet û JÎTEM hêzên lêdanê yên dewleta paralel e. Niha li van emniyet, polîs û hêzên dadgeriyê yên xwedî nasnameya fermî zêde bûne. Ti hiqûq û pîvaneke ku vana pê re girêdayî ne, nîne.
Guney endamê cemeatê ye
Hozat diyar kir ku dewleta paralel a li Tirkiyeyê bi taybetî jî cemaeta Fetûllah Gulen di nava vê komkujiyê de cih digire û got, "Omer Guney yek ji kadroyê herî aktîf ê cemaetê ye. Beriya komkujiya Parîsê Omer Guney gelek caran diçe Tirkiyeyê. Gelek agahiyên berçav hene ku di wê demê de li Tirkiyeyê gelek civîn hatin lidarxistin. Li Tirkiyeyê deh, panzdeh roj beriya komkujiyê bi beşdariya Omer Guney civînek tê lidarxistin. Ne pêkane ku haya AKP'ê ji gelek civîn û planên berî û piştî vê civînê tinebe. Ji xwe Erdogan bi xwe diyar kir ku wan mehekê hevala Sara şopandine. Li Tirkiyeyê dewleta fermî tenê şemayeke, hêza bingehîn a Tirkiyeyê birêve dibe dewleta paralel e. Ya ku Tirkiyeyê birêve dibe NATO ye, Gladyoya nû ye ku NATO'yê ew ava kiriye û di navenda wê de cemaeta Gulen heye. Komkujiya Parîsê jî van hêzan kir. Bi NATO ve girêdayî Almanya û Fransa jî di nava vî karî de ne."
Êrişî tevgera jin kirin
Hozat anî ziman ku jinên Kurd bi têkoşîna xwe ya 35 salan re di nava civaka Kurd de rê li ber asteke mezin a demokratîkbûyîn û azadiyê vekir, xelaq û çandeke nû ava kir. Hozat wiha got: "Ev yek şoreşeke gelekî mezin a civakî ye ku kêm caran tê dîtin û bandoreke mezin li tevahiya herêmê dike. Cih û rola hevala Sara di vê şoreşê de li refên herî pêş û di asta lîderiyê de ye. Têkoşîna Azadiya Jinê xwedî wê taybetmendiyê ye ku sînorê Kurdistanê derbas kiriye û bandoreke kûr li jin û civaka herêmê kiriye. Jinên Kurd ên têkoşer û azadîparêz ji bo jinên li herêmê hêzeke mezin a moral û cesaretê ye."
Divê tegez ronî bibe
Hevseroka Desteya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat axaftina xwe wiha bidawî ki: "Bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê ez dixwazim careke din vê bangawaziyê bikim; "Em weke tevger û gel divê teqez vê komkujiyê ronî bikin. Ronîkirin û mehkûmkirina vê komkujiyê tê wateya mehkûmkirina polîtîkayên komkujiyê yên sed salan li dijî Kurdan tê meşandin. Pêwîste em bi zexteke giran a civakî Ewropa û Fransayê neçar bihêlin ku hêzên komploker bi awayekî fermî eşkere bikin, hesab jê bipirsin."
ANF/BEHDÎNAN