Bi raperîna gelên Rojhilata Navîn ku di 18´ê Kanûna 2010´an de li Tunusê dest pê kir, di demeke kin de li Misr, Yemen, Cezayîr, Urdunê û welatin din belav bû. Bi vê yekê desthilatdariyên li Rojhilata Navîn hejiyan û ji bo rêveberiyên nû, yên demokratîk û li gorî daxwazên gelan werin sazkirin gel bi hêza xwe ji xwe re deriyek vekir. Ev pêvajoya ku weke ´Bihara Gelan´ tê bi navkirin dewam dike û hîn temam nebûye. Tevî planên dijber û lîstokên desthilatdaran ev hewldanên gelan yên ji bo paşerojeke demokratîk û azad bi israr didome.
Li Rojhilata navîn yek ji welatê ku bi raperîna gelan ketê rojevê, Suriyê ye. Di vê raperînê de rol û misyona gelê Kurd yê li Rojavayê Kurdistanê xwedî girîngiyeke mezin e û li ser çarenûsa hemû gelên li vî welatî têsîr bike. Raperîna li vir di Adara 2011an de dest pê kir, salek li pey xwe hişt. Ji bo nirxandin û fêmkirina vê pêvajoyê, girîng e ku ev pêvajo çawa destpêkir, di nav salekê de çi hat guhertin û planên hêzên desthilatdar yê li hemberî raperîna gelan çi ne were zanîn.
Di 16.03.2011´an de hêzên ewlekariya Sûriyeyê 10 zarokên ku li ser dîwarên dibistaneke bajarê Derayê  li dijî Esad silogan nivsandibûn, girtin bin çavan. Dema malbatên van zarokan bûyer bihîstin, yekser berê xwe dan avahiyên polîs û ewlekariyê û doza serbestberdana zarokên xwe kirin. Navê Serokê Hêzên Îstixbaratê Walîtiya Derayê Atif Necîb e û ew kurxaltîka Serokdewlet Beşar Esed e. Wî heqaret li xizmên zarokan kir û ew tehdîd kirin. Hêzên polîs û ewlekariyê jî bi dijwarî çûn ser welatiyan û di encama gulebaranê de hin kes mirin. Di dema rakirina cenaziyên van kesan de, carek din pevçûn derket û bi giştî 6 kes hatin kuştin. Welatiyan jî êrîş birin ser nûnertiya Partiya Bassê û agir berdan avahiyê. Di 22.03.2011 an de, polîs û hêzên tabûra 4´an( ku yek ji dijwartirîn hêza taybet ya artêşa Sûriye ye ) êrîş bir ser mizgefta El-Omarî û 26 kes kuştin. Çavkaniyên ragihandinê yên Sûriyeyê diyar kirin, ku ´ew kes endamên komek çekdar bûn´ û hewl didan ewlekariya welat têk bibin. Tevî ku televizyona fermî ya dewletê dîmenên çek û mayînan weşand, lê tu kesî ji vê senaryo bawer nekir. Her kesî got, dewlet dixwaze kuştina welatiyên bê sûc bi vê bêbextiyê rewa bike.

Ti rêbaz pêşî li raperîna gel negirt
Li gorî hin hêzên muxalefeta Sûriyeyê ye, rejîma Esad dema tabûra 4 an ber bi Derayê ve kişandî ye, destûr ji Israîlê xwestî ye. Ji ber ku li gorî peymana rawestandina şer ya bi Isrîlê re ya sala 1973 an, bicîhkirina hêjmarek destnîşankirî ya eskeran li heremên derdora sînor serbest e.
Serokê Sûriyeyê Beşar Esad Waliyê Derayê ji wezîfeyê avêt. Her weha soza reforman da û diyar kir, ku ewê „li dijî reşwet û diziyê tedbîrên cidî bigre“. Tê gotin ku kurxalê Esad Ramî Mexlûf (yek ji milyardêrên cîhanê ye) destpêkiriye pera û ereban dide welatiyan û soza avakirina Fabrike û kargehan daye! Lê rewş aram nebû. Serhildan li bajarên Baniyas, Latikiye, Humis, Hema, Heleb û Şamê belav bû. Hêzên istixbarat û artêşê bi dijwarî girt ser xwepêşandêran û bi sedan welatî kuşt. Di dawiya meha Adara 2011 an de, hijmara kuştiyan gihîştibû 1300 kesî.

Piştî soza reformê êrîş dijwartir bûn
Beşar Esed neçar ma. Ew derket pêşberî Perlemanê û soza reform û guhertinê da. Lê gelê Sûriyeyê nesekinî. Hêzên artêş û istixbaratê û bi destûra Esed bi xwe prosesa kuştinê dewam kirin. Di meha Nîsanê de jî bi sedan kes hatin kuştin. Rejîma Esed rewşa awarte rakir û "Dadgeha Ewlekariya Dewletê“ fesix kir û qanûna xwepêşandanan amede kir. Her weha hin girtî serbest berdan û hikûmetek nû ava kir. Hemwelatiya Sûriyeyê jî ji bo bi dehhezaran kurdan paşvegerand. Lê dîsa serhildan ranewestiya. Rejîma Şamê ji ya xwe daneket û ji bo şerekî giştî li dijî "hêzên çekdar“ seferber bû. Lê welatiyên Sûriyeyê nesekinîn, xwepêşandan berfireh bûn.
Ji bo rejîm qaşo ‘diyalogê’ lidarbixe bi qasî 200 kes ji muxalefetê rojên 10-11 Tîrmeh a 2011’an vexwend Şamê. Kesên nêzî rejîmê dibêjin, Esad soza reformên rasteqîn daye û diyar kir ku ew dixwaze prosesa dewrkirina desthilatdariyê bi awayekî normal û rewa derbas bibe. Lê ev pêk nehat. 
Di meha sibata 2012 an de Esed destûrek bingehîn bi şêweyekî/formekî qaşo nû derbas kir. Ev Destûr tenê bi nav "nû“ bû. Ji bo xwe jî Esed 14 salên din li ser textê Şamê garantî kir. Ji xwe qet weke netew nasnameya kurd û mafên wan yên çandî nehatin naskirin. Ji bo dema hilbijartinên parlamenê jî meha Gulanê hat destnîşan kirin.

Pêvajoya ambargo dest pê kir
Yekîtiya Ewropayê (YE) ambargoya siyasî û aborî danî ser 13 berpirsyarên rejîma Şamê. Li gorî vê biryarê ev kes nikarin welatên YE’yê ziyaret bikin. Her wiha hemû milk û malên wan yên di banqeyên Ewropayê de hatin cemidandin. Di nava van her 13 kesan de Mahir Esed, birayê Serokdewletê Sûriye û 2 kurmamên wî jî hene. Her 10 kesên din jî rêveberên istixbarat û artêşê ne ku bi biryar û fermana wan bi sedan sivîl hatine kuştin û bi hezaran jî hatine girtin.
DYA jî li dijî rejîma Esed hin tedbîr girtin. Lê Rûsiya û Çîn di meha Cotmeha 2011´an û di Sibata 2012 de ji bo parastina Esed "Veto“ bi kar anîn. Yekîtiya ereban jî di meha Çile 2012 an de endamtiya Şamê cemidand. Di Sibata 2012 de Cofi Anan weke nûnerê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ereban hate bi nav kirin. Anan çû Şame û Esed dît û ji bo “çareseriyek aşîtiyane” ket nav liv û tevgerê.

Helwest û rola kurdan
Kurd xwe beşekî serhildanê dinasin. Ew bi rengê xwe beşdarî serhildanê dibin. Ev yek gelekî li xweşiya hêzên netewperest û islamîst yên ereban naçe. Li hemû bajar û bajarokên Sûriyeyê peyva ‘azadî’ rojên Îna (20.05.2011) bilind bû û ji aliyê bi sedhezaran ve weke slogan hate hildan. Rejîm bi dijwarî li himberî van xwepêşandanan sekinî û dîsa xwîn rijand. Li bajarên Humus, Idlib, Şam û Dêr El-Zorê sivîl gulebaran kirin û herî kêm 44 kes kuştin. Her wiha bi sedan kes jî birîndar kirin. Li heremên Kurdan jî xwepêşandanên girseyî hebûn, lê hêzên îstîxbarat û artêşa Sûriyeyê, ji bo kurdan li dijî xwe sor nekin, bi dijwarî bi ser welatiyên Kurd ve neçûn û çek bikar neanî.

Ji PYD gavên girîng
Partiya Yekîtiya Demokrat( PYD) çalakiyên xwe didomîne. Li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê meşên girseyî lidarxistin. Ne tenê rojên inan, lê di her rojên heftiyê de PYDê xwepêşandan û metîngan lidardixe. Li Qamişlo, Kobanî û Efrînê her hefte çalkiyên PYD´ê hene. Li taxên Kurdan yên Şam û Helebê jî partiya Kurd ya herî çalak dîsa PYD´ê ye. Ev siyaseta çalak hîşit ku gelek aliyên ereb û kurd PYD´ê weke hedef nîşan bidin û li hemberî siyaseta wê astegiyan derbixin. Bi taybet aliyên girêdayî Tirkiye û AKP´ê bi kampanyayek reşkirinê li hemberî PYD´ê radibin.
PYD li gelek bajarên Rojava dibistan û navendên çandî vekirine. Welatiyên kurd hînî ziman û çanda kurdî dike. Şagirtên zanîngehan birêxistin dike. Li her taxekê meclis û sazî ava kiriye. Her weha ji bo parastina heremên rojava jî komîtên parastina gel ava kiriye.

Planên nû yên dijber di dewrê de ne

Di van rojên dawî de hin gef ji aliyê efserên ( artêşa Azad a Sûriyeyê) li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê hatin. Ev gef tevger û kurd bi alîkariya rejîma Esed tewanbar dikin. Bi vê yekê pêşxweşkirina texrîbatên ku dixwazin li Rojava çêbikin in. Niha artêşa veqetiyayî dixwaze destê xwe dirêjî heremên rojava bike û tevliheviyê derxîne. Ew PYD bi çêkirina ciwanên kurdan tewanbar dike û qet irade û siyaseta serbixwe ya PYD li xweşiya wan nayê. Dixwazin eskerên kurdan di bin kontrola wan de bimînin. Ji wan re amorên şerê li dijî rejîmê bin.

Senaryoyên li pêşiya Sûriyeyê
Li Sûriyeye niha şerekî mezhebî heye. Elewî û sunî bi hev ketine. Elewî ji aliyê Iran, Hizbulaha Libnanê û hikûmeta Malikî ya Bexdayê tên destekirin. Sunî jî ji aliyê welatên ereban û AKPê ve. Her roj bi sedan kes tên kuştin. Her weha dest bi çalakiyên "erebeyên bombebarkirî“ jî bûne. Gelek saziyên dewletê dibin armanca êrîşên bi vî şêweyî. Ji xwe Siûdî Arabistan û Qeter eşkere doza biçekkirina muxalefetê û avakirina ´Artêşa Azad´ dikin. Meclisa Lîbyayê beriya demekê 100 milyon dolar dewrî Meclisa Stenbolê kir. Esed heta niha xwe girtiye. Artêş di bin kontrola wî de ye. Hêzên taybet yên artêşê di destê Elewiyan de ne. Elewî jî, piştî ewqas kuştin û xîtaba mezhebperest ya muxalefeta Sûriyeyê, zêde xwe bi Esed girêdan. Weha xuyaye ku ewê heta dawiyê bi wî re şer bikin.

Amadekariya dewletekê elewî
Li gorî axaftinên Cîgirê Esed yê Berê Abdulhalîm Xadam, Esed xwe ji bo damezrandina dewletek elewiyan amede dike. Wê navenda vê dewletê bajarên Tertûs û Letkiya yên li ser Deriya Sipî be. Xedam dibêje Esed carekê weha gotiye û ew niha çekên giran û belafirên şer dibe li wir bi cih dike. Hin çavdêr dibêjin ev şerê dijwar li heremên Cisir al-Şagor û Humis ji bo wê yekê ye, ji ber ku Esed "sînorên dewleta elewiyan“ fireh dike!
Piştî ewqas kuştin( li gorî texmînan 20.000 kes hatine kuştin) derfetên bi hev re yê jiyana sunî û elewiyan gelekî kêm bûne. Ji ber vê yekê eger dewleta elewiyan peyda nebe jî, dibe ku ew xweseriyekê ilan bikin. Ev yek eger çêbû, wê ji bo kurdan baş be. Ji ber ku sîstema xweseriyê rûdinê û rêjeya ereban jî bi qasî 20% li Sûriyeyê kêm dibe. Em ji bîr nekin ku bingeha dewleta elewiyan heye. Ji bo parastina wê jî tedbîr hatine girtin.
Lê ev derfeta dawî ya Esed e. Ewê ji bo tevahiya Sûriyeyê şer bike. Êrîşek bi hevkariya civaka navnetewî li dijî rejîma Şamê ne di rojevê de ye. Rûsiya û Çîn bi tûndî li dijî êrîşek eskerî ne û amede ne carek din vetoyê bikar bînin. Ereb jî dixwazin eskerên veqetiyayî bi çek bikin. Ji ber vê yekê rewşa şerê navxweyî wê berdewam bike. Lê ´dewleta Elewiyan”´weke alternatîfa dawî, wê her di rojevê de bimîne…


Helwesta dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê


Serhildana gelê Sûriyeyê ji bo hikûmeta AKP’ê soprîz bû. Ew ji destpêkê ve ket nava liv û tevgerê û peyayên xwe di nava "Sûriyeyê Nû“ de çêkir. Ji bo şopandina pêvajoya li vî welatî, AKP’ê "Maseya Kirîzê“ ava kir û destê xwe dirêjî nava hêzên muxalefeta Şamê, çi Îslamî an laîk, çi ereb çi Kurd, kir û pêwendiyan li gel van hêzan çêkir û wan vexwend Stenbol û Enqereyê, da ku li wir qaşo "Kongreyên Niştimanî“ saz bikin. AKP bi vê yekê xwest alternatîfa rejîma Esed çêbike û vê alternatîfê bigre bin kontrola xwe.

Tirkiye li dijî kurdan tevdigere
Ji bo Tirkiye û Sûriyeyê welatekî girîng e. Nêzî 900 km sînor heye. Kurd li Sûriyeyê hene û ew li tevahiya welat neteweya 2’emîn in. Ji bilî vê yekê, Sûriyeyê bûye marketa sereke ya Tikriyeyê û di warê aborî de bi Enqerê ve hatiye girêdan. AKP pîlan dike ku daxwazên Kurdan tu carî li Sûriyeyê neyên qebûl kirin. Kurd di destûra bingehîn de neyên binavkirin û rêvebiriyên heremî bi dest nexin. Li gorî AKP’ê, eger hêzên Ereb li dijî xwestekên Kurdan yekbiryar bin, wê demê dikare Kurd ji derveyî desthilatdariyê bimînin.

AKP dixwaze PYD bê bandor bike
Di 16.07. 2011 an de û di bin çavdêriya AKPê de li Stenbolê konfransekî hêzên muxalif yên Sûriyeyê hate lidarxistin. Kesên beşdar hemû alîgerên rêxistina Birayên Misilman bûn. Di nava van kesan de jî, 2 mirovên Kurd hebûn. Yek ji wan bi helwestên xwe yên dijminane li dijî Tevgera Azadîxwaz ya Kurdistanê tê nasîn û yê din jî tu hêz û giraniya wî ya siyasî û rêxistinî di nava Kurdên rojava de nîne. Bi riya rêxistinên Ereb yên Sunî, Erdogan dixwaze Kurdan û bi taybetî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bê bandor bike. Ne dûre ku ev rêxistinên Ereb yên muxalif, ji bo ku Erdogan û AKP’ê razî bikin, helwestekê nîşan bidin û Tavgera Azaidya Kuridstanê û PYD mîna “terorîst” ilan bikin.  Niha gelek ji berpirsên Tevgera Birayên Misilman li Enqere ne û di bin çavdêriya AKP’ê de kar dikin. Ew kenala “El- Turkiya” ya bi Erebî ji aliyê AKP’ê ve “ji bo muxateba raya giştî ya Ereb” hatiye avakirin, bi rêvebiriya kadroyên vê rêxistina Sûriyeyê weşana xwe didomîne. Yek ji rêvebirên vê qenalê jî Enes El-Beyanûnî, kurê Serokê Rêxistina Birayên Misilman Sadrualldin El-Bayanûnî ye.

Planên´Navenda Çavderiyê ´
Erdogan û AKP’ê naxwazin Ereb hêzên Kurd yên siyasî qebûl bikin û pirsa 3 milyon Kurd rewa û mafdar bibînin. Ew ditirsin ku Kurd di Destûra Bingehîn a Sûriyeyê de weke netewa 2’emîn werin qebûl kirin. Ji ber vê yekê AKP’ê "Navendeke Çavdêriyê“ ji bo şopandina bûyer û qewimînên li Sûriyeyê, saz kiriye. Ev navend bi AKP’ê û bi Konseya Ewlekariya Netewî (MGK)’ê ve girêdayî ye û armancên wê yên sereke ev in:
-  Pêşîgirtina li ber rolek xurt û berbiçav ya Kurdan di pêşeroja Sûriyeya nû de.
-  Avakirina hêzek Ereb, ji Îslamîst û netewperestan ku karibe AKP’ê ji xwe re mînak bigre û li dijî mafên Kurdan derkeve û tu carî qebûl neke ku Kurd di destûra bingehîn ya Sûriyeyê de weke netewa 2’emîn werin qebûl kirin an jî mafên xwebirêvibirinê bi dest bixin.
- Avakirina hêzek Kurd ku girêdayî AKP’ê be û mîna ‘cahşan’ hemû plan û siyaseta wê li diji Tevgera Azadîxwaz ya Kurdistanê û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) helwestên dijminane nîşan bide.
- Plana AKP’ê ew e ku ev hêzên Sûriyeyê, çi Kurd çi Ereb, yên girêdayî siyaseta Tirkiye rojekê PKK’ê û PYD’ê weke ‘terorîst’ ilan bikin.

AKP pêşî li mafê kurdan digire

Ji bo Tirkiye Esad´ekî têkçûyî, lawaz û qels baştir e ji Sûriyeyêke demokrat û modern ku Kurdan weke netewa 2’emîn nas bike. AKP’ê ji bo Kurdan jî plan danîne. Hêzên muxalefeta Ereb yên girêdayî Tirkiyeyê li dijî xwestekên Kurdan tehrîk dike. Di 14.04.2011’an de dema 11 partiyên Kurd li Qamişlo înîsiyatîfek yekgirtî ava kirin, Recep Tayip Erdogan daxuyanî da û Esad ji bo “komployên li dijî yekîtiya Sûriyeyê” hişyar kir. Rejîma Esad ber bi rûxandinê ve diçe. Dewleta Tirk jî rêveberiyek li gorî xwe amade dike, ku qet nasnameya Kurdan di destûra bingehîn de nas neke û forma “xweseriya demokratîk” qebûl neke.
Hêza muxalefeta Sûriyeye ya nêzî AKPê a bi navê "Meclisa Niştimanî a Sûriyeyê“ an jî "Meclisa Stenbolê“ di 02.10.2011´an de, di daxuyaniyekê de, çalakiya ku HPG’ê ji bo bîranîna 3 şervanên azadiyê yên payebilind lidarxistibû, bi tûndî şermezar kir û wek "çalakiyek terorîst“ bi nav kir. Hikûmeta AKP’ê ji vê meclisê xwest ku çalakiya bersevdayinê ya HPG’ê şermezar bike û tekoşîna gelê kurd ya li bakur a bi serkêşiya Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê mîna ‘terorê’ bi nav bike. Ev Meclis di bin kontrola rêxistina Birayên Misilman de ye. Hin kesên din jî cihê xwe tê de digrin, lê bê bandorin. Tê gotin ku rêxistina Birayên Misilman bi pere û pûlan gelek hêz û kesayetên muxalefeta Sûriyeyê kirîne. Di nava van de çend kesên kurd jî hene. Ji xwe yekî kurd ( Dr. Abdulbasit Seyda) ku bi helwesta xwe ya dijminane li himberî Tevgera Azadiya Kurdistanê tê nasîn, cihê xwe di serokatiya vê meclisê de digre.

Hewldanên nû yên dijber

AKPê her weha ji Kordenasyona Hêzên Demokrat li Sûriyeyê ku êniyek mezin ya muxalefetê ye û PYD di nava wê de cihê xwe digre, xwestibû ku ew xwe dûrî PYD bike, an jî tu şensê wê ji bo têkiliyên xweş bi Tirkiye“ re nîne! Niha jî AKPê amedekariya kongreya "Dostên Sûriyeyê“ dike. Ev kongre wê li Stenbolê di 01.04.2012 an de lidar bikeve. Hemû hêz û welatên dijî rejîma Esed wê di vê kongrê de amede bin. Ji bo AKP´ê eger hat û êrîşek eskerî çêbû, divê di bin kontrola wê de be. Ji xwe niha hemû efserên ji artêşa Esed veqetiyayî li Tirkiyê di bin kontrola MIT´ê de tevdigerin.

Şerê mezhebî yê di navbera elewî û suniyan de

Balkêş e ku piraniya efserên artêşa Sûriyeye yên ku ji aliyê kesên veqetiyayî( Artêşa Azad a Sûriyeye) tên kuştin ji kêmmezheba Elewiyan in. Rejîm dixwaze bide xuyakirin, ku ‘komên çekdar’ ev mezheb ji xwe re armanc girtine û şerê giştî li dijî wê ilan kiriye. Tabûr û yekîneyên di nava artêşê de, her weha 7 organ û hêzên istîxbarat û ewlekariyê, hemû di bin destê efser û eskerên ji kêmmezheba Elewiyan de ne. Esad ev kêmmezheb bi xwe ve girêda û ew li dijî xwestekên gelê Sûriyeyê sor kir. Ji destpêkê ve hedefa Esad ev yek bû. Wî dixwest elewiyan bi xwe ve girêbide û wan li dijî tevgera beşên din yên gelê Sûryiye bikar bîne. Wî sûdek mezin ji xîtaba mezhebperest ya Meclisa Stenbolê dît. Evê meclisê kêmmezeheba elewî wek hedef nîşan da û ew mîna "berpirsyara kuştina sivîlan“ bi nav kir. Her weha Esad êrîşên ku eskerên veqetiyayî an jî Artêşa Azad a Sûriyeyê istismar kir û ew mîna ‘şerekî giştî li dijî Elewiyan’ nîşan da. Di çalakiyên eskerên veqetiyayî de, ku piraniya wan sunnî ne, bi qasî 700 esker û efserên elewî hatin kuştin. Di nava van efseran de 8 pîlot hebûn.
Xîtaba Meclisa Stenbolê jî tam bûye xîtabek mezhebperestane û ne tenê li dijî elewiyan e, lê her weha li dijî Iran û rêxistina Hizbulah a Libnanê ye jî. Welatên Ereb, di serî de Siûdî Arabistan û Qeter dixwazin desthilatdariyê ji destê Elewiyan bigrin û bixin bin destê suniyan. Ew bawer dikin ku bi vê yekê, wê Iran û Şîiên Iraq û Libnanê qels bikin. Li aliyekî din, Iran û hêzên Şîi li Libnan û Iraqê eşkere pişta Esad digrin û rûxandina rejîma wî ji bo hebûna xwe weke têlûkeyeke mezin dibînin.
Ji xwe Humis bûye navenda şerê Sunî û Elewiyan. Her 2 aliyan heta niha bi sedan kes ji hev kuştine.  Her ku diçe tevgera veqetandina eskerên sunî ji artêşa Esad zêde dibe. Niha gelê Sûriyeyê di wê baweriyê de ye ku eskerên sivîlan dikujin hemû elewî ne. Ji xwe Esad beriya demekê ji berpirsyarekî Libnanî re gotibû, ewê weke alternatîfa dawî “dewletek Elewiyan” ava bike!


TARIQ HEMO
tariqhamo@googlemail.com