Bi serhildanê “Bihara Eraban” re dengeyên Rojhilata Navîn hatin guhertin. Bi van serhildanan re desthilatdariya hin dewletên li heremê hat guhertin û rewş û pozîsyona gelek dewletan jî nû ve tê sererast kirin. Bi taybet piştî keştiya Bihara Ereban li Sûriyeyê li ser erdê rûnişt, dewletên Rojava planên xwe yên li ser Rojhilata Navîn û rewşa mutefîkên xwe yê li vê heremê bi awayekî stratejîk di berçavan re derbas dikin. Bi van guhertinan re li herêmê hêza herî rêxistinkirî û xwedî vizyon hêza Kurd e. Ji ber vê yekê rewşa Kurdan li heremê tê çi wateyê? Li ser van mijaran, Dîrokzan, siyasetzan û zanyarê pirsgirêkên dewletên Rojhilata Nêzîk, Navîn, Kafkas Tarasov Stanîslav yê bi eslê xwe Rûs, ji ANF’re axivî.


'Tirkiye nizane çi dixwaze û çi dike'
Li ser têkîliyên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de Tarasov dibêje kes nizane êdî Tirkiye çi dixwaze û vê xalê destnîşan dike: “Demekê me bi nûnerekî Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê re hevdîtin pêk anî bû. Wê demê me got encama Bihara Ereban wê li Sûriyeyê hinekî cudatir be. Di encam de tiştê ku çêbû û qewimî li ber çavane. Li bajarê Tirkiye yê Hatayê rewş pir tevlîhev e û wisa diyar dibe ku Tirkiye êdî nizane wê çi bike. Nizane wê ji vê nexweşiya çêbûyî re çi dermanî bibîne. Kes ti wate nade ku dostaniya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê çawa ewqas hesanî xirabû.”
Tarasov li ser têkîliyên Tirkiyê û Moskowayê dibêje; " Di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de di warê aborî de pêvajoya entegrasyonê destpê kiriye û pir aktîf dimeşe. Ji ber vê yekê pevçûnên rû dibin Rûsyayê jî pir bêzar dike.  Ji ber vê yekê dewleta Rûsyayê jî dixwaze, pirsgirêka heyî ya li Tirkiyê bi rêbazên siyasî bê çareserkirin. Lewma heya jê tê pişgirî dide konferansa Cenewre-2. Divê em hemû bi hev re li rêya çareseriyê bigerin û pêwîste Tirkiyê jî di nav de cîh bigre”

Kurd êdî hêz in
Li ser rewşa û destketiyên Kurdan, Tarasov diyar dike ku êdî li heremê Kurd hêzeke bi ewle ye û dibêje; “Divê mirov li nexşeyê binêre. Her çiqas nêrînên Kurdan ên siyasî yê cuda cuda hene jî, plan û programên wan ji bo pêşeroja welatên wan hene. Kurd bi awayekî komî li herêmê dijîn. Ger mirov parçeyê Îranê jî li ser zêde bike qadek pir berfireh ya Kurdî çêdibe. Di dema şerê cîhanê yê yekêmîn de gelê Kurd ji hemû mafên xwe bêpar hatin hiştin. Ji bo Kurdan re pêvajoya tekoşîna ji bo mafê xwe destpê kiriye. Wek hemû gelên cîhanê mafê Kurdan jî yê avakirina dewlet yan jî otonomiya xwe heye. Ji bo gelê Kurd xwe bigihîne vê armacê, hewildanek pir mezin raber kir. Serketina Kurdan a yekemîn avakirina herêma Başûrê Kurdistanê ye. Bêguman pêvajoya li Barşûrê Kurdistanê despêkiribû bandora xwe li ser parçeyên din ên Kurdistanê  kir. Ev ne tiştekî ku mirov ne li bendê bû, parçeyekî Kurdistanê azad dibe, mirov bixwaze nexwaze bandora xwe li ser perçeyên din jî dike.”

Bihara Ereban zirar da Tirkiyeyê

Tarasov di axaftinê xwe de diyar dike ku di serhildanê Bihara Ereban de zerara herî mezin Tirkiyê dîtiye. Tarasov destnîşan dike ku avakirina Konfederasyona Kurdistana Mezin ne tiştekî dûre û dibêje; “Tirkiye ji xwe re armanc û hedefên pir cuda diyar dikir û hêvî dikir ku wê ji vê Bihara Ereban tiştekî bi dest bixe. Lê mixabin tiştekî berevajî çê bû û Tirkiye ket rewşek hîn xirabtir û mijara hebûn û tinebûna dewleta Tirkiye ket rojevê. Li gor nêrîna min avabûna otonomî yan jî xweseriya Kurdan li Tirkiyê ne tiştekî dûre. Projeyên cûr be cûr hene û amadekariyên wan tên kirin. Ji ber vê yekê pirsgirêka Kurdan her çiqas aşkera nebûye jî, di rewşa heyî de çareser bûye. Li başûrê Tirkiyê rewşeke otonomiya Kurdan derdikeve holê, li Başûrê Kurdistanê herêmeke Kurdan ji xwe heye, li bakurê Sûriyeyê Kurdan hema hema herêma xwe ava kirine. Bi vê ve girêydayî eger li Rojhilatê Kurdistanê jî otonomiyeke Kurdan bê avakirin, wê demê avakirina Konfederasyoneke Mezin a Kurdan tiştekî pir reel e.”

'Ewropa li pey Kurdên hevkar e'
Li ser nêzîkatiyên Ewropa yên der barê Rojhilata Navîn de Tarasov dibêje êdî Ewropa partnerê xwe yê li vê heremê diguherîn û ji ber Kurd bi hêz in dixwaze di nav Kurdan de hevkarekî ji xwe re bibîne û wiha pêde çû; “Niha di nav partiyên siyasî yê Kurd de nerînên cuda cuda hene. Li gor min ev partî bi awayekî  taktîkî, hedefên cuda cuda datînin. Lê ger ew bikaribin yekîtiya di nav xwe de ava bikin wê demê dikarin bingehê konfederasyonekî ku ji hemû parçeyê Kurdistanê pêk tê, bavêjin. Ez jî dibînim ku Ewropa nerînên xwe yên der barê Rojhila Navîn de bi taybet li ser herêma Kurdan guhertiye. Wa diyar dike ku Ewropa bi Kurdan re dixwaze partnerekî nû bibîne. Ango nêzîkatiyê Ewropa yê Tirkiye endamekî NATO’ye û partnerekî başe tê guhertin. Berê di der barê Kurdistanê de yan jî li ser Kurdistana yekgirtî pir kêm nirxandin dihatin kirin û kesî bi wêrektî nikarîbû ev mijar baniya ser ziman. Lê niha vê mijarê bêtir tînin ser ziman. Ji bo pêkanîna wê ango avakirina Kurdistana mezin her diçe hîn bi wêrektiyek mezin nîqaş tên kirin û di mejiyan de rûdinê. Ji ber van sedema ji bo Kurdan wateya konferansa Cenewre-2 ji bo Kurda pir girînge”

'Kurd neçarî yekîtiyê ne'
Di dawiya axaftina xwe de Tarasov diyar kir ku divê Rojavayê Kurdistanê û li Rojhilata Navîn di çerçoveyek teng de neyên nirxandin û got; “ Niha herêma Kurd lê dijîn dibe herêmên tampon, bêgûman Kurd jî ji ber vê yekê dikevin rewşekî giran. Ji milekî ve hêzê hikumetê heye ji milê din ve jî hêzên muxalîfetê hene, Kurd neçarin ku xwe ji her du hêzan jî biparezin. Dema mirov faktora Tirkiyê jî digre ber çav Kurd li heremê dikevin nav rewşekî pir zahmet. Di rewşa heyî de Kurd baweriya xwe ne bi Esad ne jî bi Tirka tînin. Ger pêvajo wisa berdewam bike çêbûna yekîtiya Kurdistanê pir gengaze.”



ÊRÎŞ QOSER / ANF/MOSKOWA